lebîrim nekey

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  316 Dîtin
le yadit bim le yadit bim leber dił û çawanit bim
beşdarim key lebo şewbot lenaw ḧełqey dawanit bim
çi bakim textî daraye boçîme mułkî eskender
le baẍî sîne û gerdenda danexorî xałanit bim
lelay toye derd û derman be mijet boç parem nakey
ger dembexşî be dû xunçan bo derman û çarem nakey
mirdin bê lat yaxu jînim be herdûkyan dił denazê
bo qurbanît samê nakem lejêr dest û pencanit bim