xetay xome

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  340 Dîtin
herçî lêm dê suçî xom û bîrî xawî xome min
wa nezan û şêtuşorî bendî dawî tome min
wa girîn û çolperistî nałey şew şanî girt
bêkełk bû giştî řûy diłişkawî tome min
mazîçin bûm kun le paşol nałekem sûdî nebû
takû êsta her le meḧit û cwan û nawî tome min
her mujey xencer le kare bo letî cerg û diłim
kunkun û jan û behêş û piř zuxawî tome min
namey wesłet lebo mû řojî řût bo hełnehat
her wekû qeys ke şeyday nazî çawî tome min
ax û ox û laşey dił lomekarî naḧezan
jan û derdit wa le laşe û piř henawî tome min
bo peşêwî samî ’îşqit kewte naw lomey xełq
çend lenaw çahî zenexda bendî dawî tome min