kiçe

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  288 Dîtin
qisey bogen û hîç û boş meke
eger to jîrî xot bêhoş meke
eger řast ekey minit xoş ewê
gwêy xot řagre bizane çîm dewê
min ’îşqibazî bişmirim nakem
îşî kemukuř legeł kes nakem
daxwazîm bike ta şût pê bikem
be serbiłindî ta řût tê bikem
to temat waye emin sûk bikey
lay min namerdî qisey pûç bikey
legeł min diro û fêłbazî meke
min fêrî fêł û destibazî meke
eger řast ekey min şût pê dekem
begwêrey pêřew řûşt tê dekem
ger diro dekey biřo zor mełê
qisey kem û zyad hîçî tir mełê
emin kiçêkim xawen pêřewî
karêkî nakem segim pê řewî
ger lawî çakî diłit jîr kewe
lew qisaney min kemêk bîr kewe
min le samî xwa xom deparêzim
beme karî xot mawê amêzim