îşêkî meke kilkî to negrê

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  284 Dîtin
îşêkî meke kilkî to negrê
bo yekêk bimre ke bo to bimrê
dûr be leyarî bê wefa û peyman
qedrî wey bigre qedrî to bigrê
***
wa weqtim řoyî be ḧesret kêşan
herdem dax le dił jînim piř hêşan
be mekir û sîḧir diłit řakêşam
xistimte fîkirî sufî û derwêşan
***
mexsudî esłît her gencî dił bû
minîş nezan bûm xo fîkirim şil bû
***
’aşiq û derwêş hełxełetawin
be sîḧir û cadu zincîr kirawin
mirşîd û me’şuq celladî fîkirin
’eşq û derwêşan řê lê gořawin
***
axrî merge we’de temame
luqmanî derdim řewan ke name
demirim ax le dił derdim girane
le daxî leyle û mirdin be same