pîr bûm le hîcirit piştim çemawe

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  347 Dîtin
pîr bûm le hîcirit piştim çemawe
takey binałim hêzim nemawe
to minit kuşt û yexey kê bigirim
bo to şeydame ḧałim nemawe
bo yar denałê û şeyday leylaye
bo bîben bo lay şêx û melawe
pîr bûm le hîcirit piştim çemawe
takey binałim hêzim nemawe
minim birîndarî tîrî mujganim
xał û egrîcey çîn çîn westawe
bew çawe cwane û ebroy kemanî
be dawî zułfan emnî bestawe
babî luqman derd û biřînim
biłên biřînî mujey kulawe
eşkî cobaran wişke be hawîn
xwên le çawî min bo newestawe
řojê tenha bo mecnûn le seḧra
leyley xoy dedî kotrî dexulawe
lenaw kinêr û susen û sumbul
le minî depirsî deygo ger mawe
biłên bête lam samîNasnava edebî ẍerîbe
ta bedaxî min serî nenawe