çend xoşe fesłî behar guł wa diłan dedwênê

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  353 Dîtin
çend xoşe fesłî behar guł wa diłan dedwênê
xunçe biçnîn carbecar bulbul da’îm bixiwênê
le baẍî řeyḧan û guł çirîke û dengî bulbul
herçî pêk bênê dû dił dergey kabey dijênê
ca binoşîn dem be dem namînê derd û elem
tacî keybî û camî cem yexetî lê dedrênê
legeł yarî nazanîn her be qaqay pêkenîn
bikeyn yadî guł çinîn ẍem le diłan namênê
ca nesîm bê carbecar bîhejênê şedey lar
sed sufî bî û tobekar bexwa tobey deşkênê
to yarî wefadarî besye nałîn û zarî
be xwa fesłî beharî bo toye ger bimênê
kiras ketanî suxme ał biro kemanî çaw ẍezal
ger bibînî dê şemał perçeman dehejênê
leber lomey řeqîban nagrê qedrî ẍerîban
ew bê dîney bê îman diłîşman lê destênê
samîNasnava edebî hejar û selîb dexwênê wek ’endelîb
małit wêran bê řeqîb leber to namdiwênê