egrîceyî dawdawe leser řûmetî ałî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  265 Dîtin
egrîceyî dawdawe leser řûmetî ałî
naḧeq nîye xo dił be ḧezînî ke binałî
her kesê kujra be mijey ew diłberî zîba
herçende ke cismêkî heye xo be betałî
wa wekû mecnûne le seḧrayî gelî weḧşî
le nezer ew kesî cahîle xizim û ehalî
ew kese pêm dełê şêt û nezan û çi weḧşe
ke piř beşî fîsqe be la bê beş le ḧełałî
bê kełke lebo derdî ’îşq ’îlmî ḧekîman
bo ’elî sîna bête serî û duxterî całî
her yare lelay ke bibê dermanî biřînim
melḧem eweye dîtnî leyle û xet û xałî
şapûre ke şîpûrî lela bêt û ke samîNasnava edebî
kanê xemî sed sałî ke bika be wîsałî