bem dû çawe dił sûtawe çaweřêy dû qetre awe

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  300 Dîtin
bem dû çawe dił sûtawe çaweřêy dû qetre awe
qetreyî lêw awî dû sêw ba binoşî takû mawe
ḧepsî dawî zułfî xawî bende ta xew dête çawî
lêt buwe yaẍî neçye baẍî men’î kirdî takû mawî
zułme qurban min perêşan pêşkeşt bêtin dił û can
min nexoşim ẍem denoşim toş lebo min bibye luqman
wam ezanî yarî canî hate lat dił zor be sanî
şew qełatî bo beratî dest leser sîne û memanî
wey ke samîNasnava edebî bê aramî nałe nałî cergî zamî
taze leylî zor bê meylî dił bişkênî zor nefamî