zułf tata û ’enberîn biro kemanî çaw ẍezal

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  579 Dîtin
zułf tata û ’enberîn biro kemanî çaw ẍezal
řoj û şewê zarîme pêm bide mujdeyî wîsał
leşkirî zułifit be çîn çîn wek le ser řû dête xwar
ca be te’lîm dête colan wextê dêtin bay şemał
dû marî řeş pasewanî baẍî sîney ew deka
nek kesêk biçnê le baẍî xunçekanî zerd û ał
ew řeqîbe wek segî har carê dawe le min û yar
carê sam naka le ełła boy řewan katin zewał