şemał were baẍ bibîne bo gułçinîn yaran bîne

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  331 Dîtin
şemał were baẍ bibîne bo gułçinîn yaran bîne
xunçe sûr bûyn le baẍan, êsta katî guł çinîne
ba bên bimbînin le şîwen, legeł bulbulan le çîmen
demê qaqa dem le giryan, çeşnî mecnûnim le dîmen
le çîmen legeł bulbulan, fîẍan keyn bo xunçey gułan
şew têpeřî wa beyane, çaw le řêgay kemer şilan
şînî bulbul legeł samîNasnava edebî neyanma sebir û aramî
xunçe wahat dem katewe dułber hetakey nefamî