qed şile çawî baze çend ximar û piř le naze

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  322 Dîtin
qed şile çawî baze çend ximar û piř le naze
zułfî wek leşkir westawe mujey xwênřêj wa serbaze
be qisey xełqî lîm be qîne bo kuştinim zor diłxiwaze
dił denałê wekû mecnûn řeqîb çendey lê be gaze
le xoşî û jînî le dunya çî ’aşiq bê bê nyaze
fî’lî řeqîb û beraze derdî ’îşq zor hewraze
hezaran ’aşiq kujrawin çon çarî min dekirê taze
bimkuje «samit» lê nakem bo ’aşiq kuştin çibaze