řołe destim damenî to ’îlim û ’îrfanit bibê

Li pirtûka:
Dîwanî Muftî Pêncwênî
Berhema:
Muftî Pêncwênî (1881-1952)
 1 Xulek  509 Dîtin
řołe destim damenî to ’îlim û ’îrfanit bibê
her le hewła bî ke mułk û serwet û nanit bibê
ba be serbestî--Teksta ne aşkira çawit le destî kes nebê
ẍîretî merdane û şêranî meydanit bibê
nan û bergî kesb û karî xot nebê talb nebî
ger be hîwa bî binaẍey dîn û îmanit bibê
řîş û bermał û ’eba nabê be mayey axret
ger musułmanî ebê to řeḧim û wîjdanit bibê
têkełî însanî weḧşî îşî sergerdanîye
wek eresto peyřewî exlaqî luqmanit bibê
tawekû mawî le daxî qewmî bê ’îlim û nezan
řoj û şew dił piř le nałe û şîn û giryanit bibê
nabînî qet ḧałî hawsêmałeket bem core bê
her henasey dûkełîn û cergî biryanit bibê
to ḧekîmî ḧałî xot û mał û mindałit mebe
bo feqîrî xakekeyşit daw û dermanit bibê
to eger berzîş bibî herwek řezaşay pehlewîNava taybet
bîr û hoşî paşeřoj û tirsî yezdanit bibê