be ẍemze û çawî to qurban diłim îmřo perêşane

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  439 Dîtin
be ẍemze û çawî to qurban diłim îmřo perêşane
be xende û řûmetî ałit diłim îmřo perêşane
kemendî zułfî dulane lebo gebir û musłimane
be egrîcey ke cewlane diłim îmřo perêşane
ke şêwaw û perêşane wekû bulbul ẍezelxiwane
lebo xunçey le baẍane diłim îmřo perêşane
be zincîr û kemendî to ke bê řeḧim û feřengî to
henasek dê le baẍî to diłim îmřo perêşane
be seḧḧarî diłî birdim ke tuşî sed ẍemî kirdim
xeyałî demdemî kirdim diłim îmřo perêşane
le ’îşqî to ke min gîrim le daxî to ke min pîrim
le zwêrî toye min zwêrim diłim îmřo perêşane
be bałay newnemamî to be mahî new hîlalî to
be dû narinc le baẍî to diłim îmřo perêşane
gahî min mîslî sułtanim gahî min mat û ḧeyranim
be dû dest û gerîbanim diłim îmřo perêşane
be ayîn min musłimanim ke samîNasnava edebî me le kurdanim
wekû nûsra le dîwanim diłim îmřo perêşane