le min waye le baẍim çend fesîḧe belaẍim

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  402 Dîtin
le min waye le baẍim çend fesîḧe belaẍim
legeł bulbulî xoşxiwan bo cergî daẍ be daẍim
dekeyn melḧemî şîfa be yadî gułî şewbo
’aşiq fîkirî lêwekane şêwawe demaẍim
***
lew beheşt û sebaye dił nemird û ḧepis bû
çunkî tiflî sawaye wa xewtuwe û tepis bû
le pêş çaw yarane be hîç kes naşrêtewe
’îşq derdî girane beła wextim ’ebes bû
***
feyzî to awî beqamin namirim mutłeqa
tacî key bû elḧeqa diłî ḧesûdan teqa
keyf dekeyn le baxan cergî řeqîb le daxan
le bome buwe çiraxan darî muḧîbet çeqa
***
ewca wextî şadîye řebî celîl baqîye
bo lezarî samîNasnava edebîye bulbul bo to kafîye
her ew hawřêy zarîye wek to le ẍembarîye
da’im mutrîbe bo to xunçe gułîş saqîye