mamosta fermû zekatî ẍeman

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  343 Dîtin
mamosta fermû zekatî ẍeman
be kê deşêtin be çend ta’îfan
kê werî degrê îsnadekî ẍem
kes lêy napirsê min be kêy bidem
zengînî ẍemîm min zorim heye
herwa zor debê ew xezêneye
hendê bo bac û hendêkî zekat
barî giranim kemê suk dekat
ke hîçim nebê hîçim naçîtin
ew ẍeme zore bo lêy nedrêtin
hendê zekat û hendêkî bace
hendê bo waney ke pêy muḧtace
hendê bo selem hendê bo xêrat
beşku suk debê barit suk dekat
însan xo nabê her bo xoy bwê
le bo xoş to xełqîşt bwê
hendê le paş xom bo xêr û xêrat
ya kesêk debê hendêkî dexwat
hezar ẍerîb û sed derwêş debê
ke hemû şitî pê cê be cê debê
hendê bo birinc û hendê bo sawar
. . . . . . . . . .Teksta ne aşkira