meḧtî ełła be kurdî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  395 Dîtin
bê nûstin û şûtnî metîn û bê mekanî
qadir û hem muqetedîr xałq be îns û canî
xałq be cêy û kanî bê cêy û bê kanî
xałqî ab û agir hem kerem û îḧsanî
qadrêkî qedîmî kullî şitêk ebînî
xałî nîye hîç şitêk le erz û le asmanî
eḧsentir le mexłuqe xełqit kirdye be cûte
heynê ḧusnaw cewane lada le řêy şeytanî
xałq be řoj û şewî însan îḧtace bewî
załim îxtyarî şewe řuje nûrî îmanî
mexłuqit her be milyar be kes nayete ejmar
basî yekyan ba bikeyn ke pêy dełên însanî
samîNasnava edebîm le bê şikî dam, esḧabî řojî qyam
ke řazîme ya xudam, bedan û hem nedanî