‌toy san’ û sen’etkar

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  367 Dîtin
‌toy san’ û sen’etkar
toy xalqî řast û xwar
îş û karit tewawe
le îş û karî wişyar
řêy însanît pêşandayn
qur’an pêy dawe biřyar
to sin’atit însane
nayete bey’ û kiřyar
řazîqî řisqîş toy
bo yarîdey îş û kar
be yarîdey to nebê
kes şeqaw nawê yekcar
her kesêk to binasê
saḧîbî dîne û řê dar
samîNasnava edebî to serî ḧîkmet
xêr debexşî be milyar