fermû bo xizmet îlahit enbîya’î namdar

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  403 Dîtin
fermû bo xizmet îlahit enbîya’î namdar
de’wetî bû lay te’ala wa exî to hate xwar
bo řefîqit takû qudis û asman û sîřřetî
wa lewê westa be yek dem taqetî nabî çi car
her lebo toye ke mî’rac wesfî bo yar û seḧab
dexot bifermû ya muḧemmed bo seḧab û çwar yar
şahîdî toye ke sidîq saḧîbî nesrî ’ezîm
xuda me’în û şahîdîşt ew řefîqî yar ẍar
yarî axir tundutîj û duşminî şirk û zułim
naw ’umerKes celladî załim ’adîl û hem ’edlî kar
yarî sêyem beḧrî ’îsmet saḧîbî feyz û kerem
cem’î qur’an û şehîdî behreye ew behredar
çwaremînî şêrî ełła xwên řijênî qewmî zał
dergeyî ’îlim û keramet ẍalb û duldir swar
sam û nawî to temamî erz û asman piř deka
duşminî xot û seḧabit pak le erzî deçne xwar