le qur’anî kerîma ayetêkit pê fermûyn

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  398 Dîtin
le qur’anî kerîma ayetêkit pê fermûyn
êmeş le beḧrî gunah çarpel şikaw û nustûyn
lepaş ew hemû çaket şukirî nî’metit nakeyn
laman dawe le řêy řast le qisey şeytanî ’edûyn
***
yadelîlî bê kesan ya wehab û ya řeḧîm
gunahkar û řû řeşim xot ezanî min ke çîm
kesê bedbext nebê çon le to ẍafil debî
herçend ademîzade nabte însanî ḧelîm
***
eger le řêy labdey samêkî le xwa nekey
legeł ometî îslam îḧsan û çakey nekey
biłêy emin îslamim be fîşał û diroy zor
çendî minit firîb da biřwa be xot çon dekey