ey ew kesaney çawtan debînî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  498 Dîtin
ey ew kesaney çawtan debînî
boçî be wirdî nanořne dînî
xo şirkî esẍer dunyay dagîr kird
ewa firoşa beheşt be şînî
***
herçend beşînî beheşt firoşawe
bebê ’îş nabê xo nedîtrawe
nobetî min bê wa destim pê kird
ẍeyrî cehennem çi cê nemawe
***
ba bên lêm bikiřn beheşt firoşan
pêyan defroşim be dû qiroşan
bexîlî nakem le samî xuda
herkes dê babê ẍeyrî behoşan