ger arezûte zanîn bizanî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  380 Dîtin
ger arezûte zanîn bizanî
were dîwanim eger nezanî
pakî bixiwêne beła be wirdî
pêşanit eda sukî giranî
***
şêtin ewaney xo deken giran
zor hîç û poçin bo xohełkêşan
cehil dadenên be ’îlim û zanîn
wextê debînin le řêga pisan
***
ew fikirem kirdye xo min demêke
her şitêk hebê dyare şitêke
besye hełpeřîn le hewraz û lêj
ẍemî min û to dyare ẍemêke
***
yekman besam û yekman bê samîn
yekman temam û yek natemamîn
wa le bin barî suk û giranîn
du’a hestane xełatî amîn
***
bem wexte dełên axrî zemanî
însanêkî baş lebo jyanî
serî şoř bika leber nakesêk
fa’îdey kanî bûnî însanî
***
ew wextî nakes gewre însane
hengê têk deçê ḧałî cîhane
qîmetî însan debê be kaẍez
biłên ker topî û şayî segane