demdemanê

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 2 Xulek  412 Dîtin
karger:
karger dełê dewłemend minim dest be xencerim
řoj û şew le çołanim le çwar feselan řenicberim
boçî emin hejarim to xawenî qełatî
keçî to tirsinokî û minîş xawen hunnerim
eto xo pêşander û lawî naw kuçekanî
her min pyade karîme bom hênawe û deyberim
pêwîstî jînî mêjûy xurî û awrîşmî xawî
herçende bê kełaş û bê řanku bê çoẍerim
dewłemend:
ey hejarî bê ’eqil min hełbijrawî xwame
herçî min gutim biłê beserçaw û serserim
xuda beşî kirduwe boto kem û bomin zor
beşî to berhetawe min le sayey sêberim
debê lenaw telar û le baẍ û guł çinîn bim
to awîm le destî key bibye kwîle û nokerim
xwa êmey hełbijard û wazîşman lê nahênê
xoşewîstî yezdan û pêřewî pêẍemberim
demit bibsite besye dînar perestî dirozin
minim le řêy yezdan û le řêy jîn cengawerim
çawî korit biłind ke lenaw xakit denêjim
minim nîşaney şestîr sard dekem gulley germ
le řêy dînî yezdanî bo jînî lêqewmawan
cergit le leş derdênim nek sucdet lebo berim
lebo jînî hawbeş û nemanî dagîrkeran
le samîNasnava edebî eş’arî xom bûyte tac û mêzerim