çî beserim hat hemûym zanî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  427 Dîtin
çî beserim hat hemûym zanî
mawe muşkîley min û beyanî
axo beyanî çîm beser dênê
eger nemirdim çonim dejênê
jînî min dejyem řojî new’êke
î le fewqî min ferxe kerêke
yarî min da’im bo to lêm zîzî
aş lemîzmîze axir demîzî
çiştêkî dełêm ’eca’îbî ke
gay dinya hełgir çilon gayêke
te’ecb însan bo samê deka
le tarîkîda bo çiray pê deka