şeř

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 3 Xulek  515 Dîtin
dengî şeřêk dê şeřêkî ’ecîb
şeř kerêk dare yek erzî ẍerîb
lêkdî hestawin be’zimî selîb
kamyan qatîle miqtul ya nesîb
şer’î xoyan bird bo ḧakmî ’adîl
kewtine miḧkemey meqtul û qatîl
wa qisan deken yek ḧeq yek batîl
ta be dyarî xen bê fezil û fazîl
dar:
ew erze gêjey bo nakey bê deng
emin darêkim darî şox û şeng
bexşindey ber û sêwî piř be çeng
minim diłxoşîy însanî dił teng
emin darêkim darêkî benaw
sêberim heye bo pyawî tewaw
însan pařêzim le germî hetaw
to sêberî min bo naynye pêş çaw
emin darêkim darêkî be ber
bo pyawî gewre kesk û piř sêber
komeł be komeł xełqim dête ser
te’amî dexwa û ewca deçte der
gwêy xot řagre gwê bide be dengim
çawit hełbiře darêkî şengim
paş te’am bexşîn yarîdey cengim
lepaşî ḧeyat bergî tifengim
agat lêm hebê çawim pêweye
te’amî betam wa le řêweye
kirdewey salîm her bo êweye
fermû ey ḧakim ew dû sêweye
ew erze gêjey wa bê ’eqil û ker
le dadgahî to bo naçête der
to bew ’eqlî xot emnî piř huner
çon degořyewe bew erzî lecer
ḧakim
demit bibeste ey darî ẍeddar
boçîme sêwî piř le jehrî mar
eto załmî û dyare toy xwên xwar
ba qisan bika ew erzî hejar
ey darî zor weř demit şil nebû
fîşałekanit hîç kełkî nebû
sêw be min danit ḧepînî se bû
ber bexşînî to mayey fîtne bû
erz:
yaxwa her bijî ḧakmî ’edlîkar
mezlumî erzît dît û zołmî dar
çendî ḧałî min nagutrê bezar
řegî bibîne le leş çûyte xwar
dyare řegî wî le cergî mine
saye û berî wî le xwênî mine
zułim lêdeka dujminî mine
xwardin û xwardinewey le qelbî mine
her min dakîme kirdîtim bedar
min berî bidem řegî pêç û xwar
hengî deybînî ’alem be yekcar
liq û pelkî şîn debê serewxiwar
waday kutawe řegî le qelbim
řay dekêştin awî le qelbim
kirdîtî be sêw xwênî le qelbim
wa deyda beto min pêy feşelbim
boye wadeka yarîdey bikey
ḧeqî ḧeqdarî eto win bikey
etoş ’adlî îşî ça dekey
ey ḧakim nabê min meẍdur bikey
sêwe sûrekey xwênî cergime
pelke keskekey cil û bergime
herdem xerîkî fetû mergime
xwardin û xwardinewey leser wirgime
ḧakim:
ey darî załim kełkit nagrê
erz her dejê beto namrê
ewa toy berda kes řat nagrê
to musteḧeq bûy bo ser agirê
ḧeqî ew erzey pêşan da samî
ḧakim ḧukmî da ḧukmî temamî
dar bisûtênin qazancî ’amî
beçaw debînin eto le kamî
dar:
ḧakim gwê mede erzî řeş û şîn
îmanit hebê derneçî le dîn
zor çak bizane min û to hawbeşîn
herdûk wek yekîn her dûk řûgeşîn