ewey depoşê pêstî bizin û meř
Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
1 Xulek
765 Dîtin
ewey depoşê pêstî bizin û meř
le pałyan biken kiçî şil û teř
çak deyannasin ger munafîqin
wekû nêreker dêne giftu zeř
***
mełên emane însan û mîrin
xo eger mên û yaxud ger nêrin
hîç ferqyan nîye legeł ḧeywanat
wek bitin werin hełyan pesêrin
***
lew eş’arane samîNasnava edebî řastî go
lemêj bû le dił deykird hatuço
wa bedyarî xist ey ferxe poşan
minnetan nebê legeł şêxî xo