xom û bext û nawçewan

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 2 Xulek  542 Dîtin
xom û bext û nawçewan
sałî bûme tutnewan
barim kird bo bîtwênê
yaxwa kafir neybênê
hełmanda xêwetî guş
çûyne jêrî wekî quş
lenaw xoşî û naw hewes
çûyne naw mêş û meges
lelayek dupişk û mar
wek se deyda pelamar
lelayek mêş û tepo
boqîş goranî dego
lelayek zîrey mişk
awî zor bûbû wişk
zig be mîslî hemane
epenma bebê nane
bołebułî mam kuxa
çabû xwa way kird řuxa
’êlî şîlane û ako
lêkyan deda bebřino
pijder û koçî biłbas
dizî şewîş xwanenas
piřmu hořî gamêşan
însan dête řoḧ kêşan
hezar kiçî nazenîn
řoyştin bebê yasîn
ca zeřey nêrekeran
le cêy dengî esmehan
deferdeman tutin kird
nazanim kê bo xoy bird
payîz hatîn lebo mał
hebû çar kendiwî betał
xo sê mangey zistanê
her tutnewan deyzanê
çûm lebo lay tu carî
deygo hêşta qerzarî
gutim ey mame tucar
her bimdeyê pênc dînar
gutî hîç řameweste
demî xoşt bibeste
bexoto bebêłî řeq
eto dekey daway ḧeq
ewca be diřêjî zistan
hawarman kird le birsan
daxî koxay sê mangî
zore û qet nabřê dengî
ewa basî kird samîNasnava edebî
çend eş’arî temamî