obałim be milit yařebî mame

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  566 Dîtin
obałim be milit yařebî mame
ewa poşîtit cube û ’emame
emin denasim xełqî nazanê
le xełqî wa bî mirşîdî şame
***
le tekyet zîkir û girmey defane
murîdî zorit qesabekane
dyare to agat le murîdan nîye
wazyan lê hênay çûn bo meyxane
***
etoy ewlay meḧemed ’ebdal
şeřit wek kêw xêrit be misqal
pyawî xwayîman wek cenabit bê
samîNasnava edebî çî biłê zyade qîl û qal