yek nuqte heye ke ełêm be nesîḧet

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  735 Dîtin
yek nuqte heye ke ełêm be nesîḧet
binwaře be mêşk zor çak û be dîqet
dîqet ke be wirdî zor wirde lelay min
xoş û şîrîn û cwan û zor be tebî’et
yek biłê kafrî serşoř meke bê deng
pirsêke be ’îlim û çawêkî şerî’et
axo çi dełêy çon řêy dawe ke cahîl
bibte qutib û bewelî û pîrî terîqet
’adle samîNasnava edebî xudawendî te’ala
cinsêtî nada ne befîl û ne beqîmet