xuda çîm lê qewmawe bo bextî min damawe

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  617 Dîtin
xuda çîm lê qewmawe bo bextî min damawe
wekû pîrêkî sed sałî be gencîm pişt çemawe
çemîwim mîslî goçan kewtime naw derd û ẍeman
wek darî dême karî le çya û çoła řwawe
le çar fesłan sûtawim nemawe qutî çawim
zistan le befir û baran hawîn leber hetawe
be hawîn leber hetaw wekû teyrî pelişkaw
le tawî hîcrî yare xwardin û xewm nemawe
le tawî derdî yarim nexoş û derdedarim
her dem ’aciz û melul firmêskim wa le çawe
ew yare qed’er’ere serwe ya sinewbere
zułfî çîn çîn dêtexwar ke yek yeku bedawe
daw bedaw dêtexware wek xunçey nêw behare
demî řûy dadepoşê demê perş û biławe
dełên samîNasnava edebî kujrawe tîrî mujey lêdrawe
qatîlî min binasin pencey sûrî xwênawe