qisey muxteser pêt biłêm mame

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  605 Dîtin
qisey muxteser pêt biłêm mame
hezar qal û qîl yekyan temame
to qewlî diro beçî dezanî
řastî yekêke ewîş selame
ba min bot bikem basî qisey řast
emir beçakî qewlî xudame
le tał û sûrî tirş û tîj debî
kelamî şîrîn qazancî ’ame
mexluq be zorî le xwarî pisan
da’im piř çete û řêgey besame