mang û řoj wa debînin çerxeçî tulî zeman

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  625 Dîtin
mang û řoj wa debînin çerxeçî tulî zeman
feslî çar abu agir hatuçoy estêrekan
axrî key dê zemane çî biłêy fîkirî nezan
hatû çûn çerxî gerdûn ta be key dexulêtewe
kon û nwê çone yařeb key debê bibřêtewe
***
wek be wirdî nořîme ḧezretî şêxî mezin
xistime xaney şerî’et gurge le pêstî bizin
wiskityan lê kirdye wekîlî dînî faxîr
be xoşyan wa debînin bezorî cerde û dizin
***
tesbîḧî dane dane û denkî gewre û taku cut
weku qişpilî wiştir bo doşînî řut û qut
xo cahîlîş nazanin samî ḧałî peşêwe
deybînî ḧezretî şêx wirçe le pêstî gacut