’êraq

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 2 Xulek  601 Dîtin
erzêkman heye pêy dełên ’êraq
parçe erzêke xo le ’alem taq
erzêkî wasî’ şirqêtî êranCih
suryaCih ẍerbêtî şîmalî turanCih
cinubî kwêteCih xelîcî besreCih
parçe erzî me lew beyne setre
le ḧałî ḧazir çarde lîwaye
bełam ’asmey şarî beẍdaye
cêy kurd û ’ereb cêy dû qewmane
îdî keşî hen kemin ewane
bepêy gutnî însanî wa’î
çend hezar kîlometre panayî
dełên çarset û penca û çar hezar
pênc setî keme ger bête ejmar
řoḧî însanî le erzî meye
bê le biçukan dû nehrî heye
yekyan dicleye û yekyan furate
awî wan wekû awî ḧeyate
piř ’eca’îbe le asarî kon
xezney tebî’î têdaye be ton
qutrî şîmalî be cinub debestî
le naḧyey tarîx muhîme destî
be beḧrî newte piřî le kîmya
ême muḧtac nîyn be dûřřî derya
kurd û ’ereb zor lew xakedaye
êsta hemûyan wekû biraye
ermen û turk û furs û aşûrî
’ereb û kurdî têda be zorî
be mîwecat û te’amî temîs
nî’metî zore be çeşnî řexîs
be awî saf û piř ẍenîmete
nîsbetî xakî zêř bê qîmete
piř le genim û co le xurma û tirê
henar û hencîr be awî befrê
berun û hengîn birinc û mîwecat
payz zor zengîn lebo te’amat
qarey emrîka û duwem ewřupa
sê ustiralya û çwarem efrîqa
asya pêncemîn her pêncî ewan
be gořînewe nakeyn legełyan
lew xake zore bedřêj û panî
emin bo nîme yek hode xanî
lew erze xoşe ḧałî bizane
samîNasnava edebî muḧtacî yek luqme nane