nîştiman

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  692 Dîtin
xakî xoşî piř le mîwet bûyte gewxiwên û demar
gewher û kibrît û newtî qislugêçî bê jimar
meřmeř û berdî ḧelanî wa lebo bêganeye
sêwere û wêncey şilêr û bo espî aẍay pêçexwar
bê le awî kêleşîn û kêwî hełguşî beheşt
befrî qendîlî lekanî û wa le şaxan dête xwar
dîmenî řûbar û kanî haşehaşî řoj û şew
deçne çobaran le her la řo le kanî û mêrxuzar
her wekû řûbarî bałek çomî کەلۆێی piř le jîn
debte kişmîş gwêz û bawî xox û hencîr û henar
bê lemazî û dareben bo daw derman û biřîn
bo werem gyakanî xawî bête bîr û dest û kar
se’leb û sirêşuketîre catre û espon lebo
mirdinî dûpişk û mar û dił guşadî şêt û har
lawekanî wek nemamî erxewan û şengebîn
kîjekanî şox û şeng û diłřifênî çaw xumar
hende cwanêkî besamin řêk û pêk û hawtemen
řoj be řûyan ’aşiqêke wa desutê bê qerar