ewa debînî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  517 Dîtin
ey gułe sûrey behar le demdan
le baẍî awî xwênî pêşmergan
lew demî hengit ke dête xwarê
deřjête serxak dênewe serdan
serdanî cergî daykekan deken
diłopey aw dê lezarî xunçan
katê řijawe be agirî napał
kirdîtye xał xał befrekey kwêstan
buwe be awî gułî beharan
bo řazanewey xakî kurdistan
ta le paşeřoj biłên lawî kurd
xwênî řijawe lerêy nîştiman
hemû beharan ke dejêtewe
xakî azadî be «sam» û saman