dîsan

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  461 Dîtin
kiçêkî tazeme bîr û diłpakim
bo parêzî gel wiłat û xakim
wa le xebatim her bebê westan
le kurdî merdî çust û çałakim
giřî xebat û sozî nîştiman
bom hełgîrsawe û derun řonakim
kořme nîştiman kiç û amozam
laşey mamekan bawan û dakim
kîjî ew xakem beçkey şêranim
perwerdey destî dakî zor çakim
gyan û jînme gořme ke mirdim
cil û bergime xwan û xorakim
biřwa behêzim nebez û azad
le kuştin bê «samNasnava edebî» bê tirs û bakim