aydyolocî

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  669 Dîtin
her kurdê xawen nyaz û mebest bê
nîştimanperwer yadî řegez bê
debê wekû şêr merd û nebez bê
ewca bîr kewe çawit hełêne
demit bibeste dest bweşêne
hî mafit dexwa gyanî derbêne
darî azadî be xwên řwawe
be xwênî lawan awî dirawe
bo maf sitandin her xwên řijawe
darî azadî wa xwênî dewê
bo gel berbida mafî dest kewê
nabê xeyał û be dałẍey şewê
metirse mirdin bo jîn biçêje
xwênî dujminit wek seg biřêje
laşey bogenî le xak binêje
heste řołekem korpekey jîrim
řołey şîrînî biřwake û bîrim
to lawî tazey minîş wa pîrim
ewa hat katî dananî komar
legeł serokî berzî berxurdar
supasî biken be milyon hezar
mełên gelî kurd samîNasnava edebî nemawe
şeřî kurdustan wa dengî dawe
dujmin piştî da cergî biřawe