xewe berdîne

Li pirtûka:
Xewe Berdîne
Berhema:
Sware Îlxanîzade (1937-1976)
 5 Xulek  5278 Dîtin
le çeşnî gerûy kew
kewî domî yexsîrî zîndanî darî
piřî sewze bestey xiroşanî bařî
terey baweşî tasebarî binarî
şepolî le gwên xwênî şermî kiçane
leser řûmetî matî bûkî řezasûk
be tînî bitawênî řwanînî zawa
gerimtir le piřşingî tawî beharî
wekû nermehengawî lawî berew jwan
le cê jwanî zîndû be gyanî kiçî cwan
wekû germeyawî qeşey destî taraw
le bijwênî deryay bilûrînî berwê
bexuř xo be dîwarî kêwa eda aw
legeł gaşeberda ser eswê ser eswê.
***
kiçî nûr qetîsî desî dêwî kêwe
le enguste çawî diłî xêwî kêwa
berew der, berew şarî derya beřêwe.
gerûy wîşk û çawî sipî çawekanî
derûy řûnî awe
be fanosî estêre berçawî řûne
le berpêy ḧerîrî kewey sêweře
be poy mangeşew çindirawe.
ełêy burcî xapûrî mêjûy lemêjîn
le dirzî hezar xiştî řoj û şewanî
diłopey çipey polî peryanî dada
ełêy pêkenînî kiçî sergurîştey qedîmî
le endamî tapoy wekû bûmelêłî
sinûrî şewî dwênê ewřoy beyanî
peçey qursî nisyanî însanî lada
***
ełêy dengî şimşałe řeşmałî dołî diřîwe
şemałî derey dûre şarî
pişûy piř le ’etrî beharî kiçî kurd
be bilwêrî şûşî gerûy zerd û zołî
le zenwêrî zêwî ajnî say zirînganewey şew
be xuř zemzemey hełbiřîwe
be î’cazî engustî pakî muḧemmed
şetî nûr be řûy mangî ’erza kişawe
tirûskey birûskey şewî dem beharî be hewre
leser ’asmanî zewî řaxuşawe.
le her gaz û řêbazê wa gazî awî egatê
nyazî hezaran gezîzey benazî wedî dê
ebûjêtewe darî çakî bewdimî henasey
şiney nerme lawênî dem bay exatê.
***
ełên tacî zimřûtî dûřgey le ser nawe derya
heta çaw heterka, şepole, şepole
le bûna le çûna
be’ahenge serbendî bizwênî xoşî
leber xoretawa ełêy sîngî jîne ehajê
ełêy: hanî hestane dengî xiroşî
sirûdî xunawey behare le gwêma
le her şîwe cobarê her deşte çomê
le diłmaye biřway berînî be derya geyştin
le tarîke tarawgekem wa beser çû
zemanî terîkîm
îtir xêr û xoşî le řêma
***
wehaye:
ke kanî behîwa
beharane lûzew ebestin berew şarî derya
bełam daxî cergim legeł her beharê
ke řa’eçłekin sewzełanî
le xakîne xewnî girana
le diłma xem û daxî em derde sewze:
ke derdî giranî hemû řêbwarê wenewze.
***
leber nûrî xora
gelê kwêrekanî şewaren
ziney dem behawarî harî dirozin hezarin
ke teslîmî sîḧir û telîsmî binarin
bebê hewłî hełdan û çaranî çarin
behîwan bigirmênê hewrî beharî
řeha bin
le zîndanî berdînî ẍara.
keçî, wa kewî û destemoy destełatî řikey doł û şîwin
leber samî řê wa bezîw û tezîwin
legeł goçî kirdin giznigê,
çewaşen le pêçî nizara.
***
heta bîrî tałî giřawê
be diłma geřawe
heta yad ekem awe bew wirme berdîne karî kirawe
ełêm sed mixabin
wecaxê ke řûgey hezaran nizay şîne bahoy betasen
webûjênewey hest û han û henasen
çilone ke bîjûy giřawan ebînin
le nêw çawî ew xanedane
lehî çone pîtî biřawe?
ne sozey bilawênî mîrî, xunawey beharî
ne tûkî biray řêbwarî
le kasî xewa, fêrî řasanî naken
le mana, be aman û birya
peşîmanî hermanî naken
wehagey leşî bewge berdîne gawî dirawe
ke ḧêlêke, kořjin û ḧîley nemawe
wehaye ke her gyaye lew deşte şînin
leser matemî awe berdîne, serşîn û sergermî şînin
***
gelê gole lew çole yexsîrî xakin
be řûya geła wek çemołey kiłołî werîwin
gemaroy zelî nêze, wa tengî pê hełçinîwin,
kebê derfetî pêkenînin besed berizgî zerde masî
liq û pop û heşgeł
weha dewr û piştî tenîwin
ke bê firsetî çawebřikê
legeł ’erşî pakin
***
heta coge awê be wişkî debînim
ełêy mêrgî řuxsarî kîjêkî kał û minałe
bekûzî temen cařecwanêkî piř xewş û xałe,
teşendare cergî birînim.
bełê: dûre germênî derya
bełê: waye kanî hejarin
ezanim
ewaney ke parawî awin bijarin.
ezanim le řêga,
metirsî gelê jeng û jarin.
bełam kake ew gişte ’eqłî xesarin
le naw ew hemû awe her çaweyek
bawî hengawî xoşe
be tenya ewe şarezay kosp û kendałî řêye
heweł menziłî zêye, awatî berzî zirêye
ezanê le hełdêre hanî behêzî
le eskund û çałaye hełdan û gêjî
peřoy şînî serşanî deryaye jînî kerêzî
ezanê lepê nakewê pêye pêławî tasey pyasey le pê bê
newestan dewestê be destê
ke xarawî îş û swawî swê bê
le her şwênê řamawe, damawe, karî tewawe
ezanê ebê her bijê û bajwê, ta bijî ta bimênê
henawî be hengawe, nesrewtine kûlekey řûḧî awe.