midîr teḧrîr û şêx

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  540 Dîtin
şî’ir û ’îlim û edebîyat bê kes û bê çareye
îmřo nirxî ademîzad hêz û kursî û pareye
wa le dinya ew le kare menseb û tacî heye
ew le cêy ’ilim û nîzam û syaset û îdareye
bê beşî lew sê şitane û wadejê lew ’esreda
şêt û harî bûyte mîwey berhemî ew kareye
wa be «sam» û wa be birsî mirdinit zor çatre
ya hejarî û ya lebendî ya pet û sêdareye