dûbare supas

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  793 Dîtin
set şukir komarî kurd wahate kaye û hate kar
hate kwêstanî jyanî kewte naw keyfî behar
daye ber şeq bend û dîlî her wekû gořayfirand
xêwetî xaray berz kird sîng û estun de û dewar
dengî kurdistanî řengîn her wekû hewrê be řoj
hate berçawî gelan wa nexiş û dananî hewar
lew beharî serbexoyî xunçe hat dem katewe
’adete awî ledem bê xwên le zarî dête xwar
ew xwêney wek řijandî lawî serbazanî kurd
wek le şaxî nîştiman û xak û doł û berd û dar
wa gulukî sûr buwe bonî henasey ba deba
bo cîhanî serbexoyî û dujminanî şermezar
naḧezî serşoř û řû řeş dołçî zorna lêdeda
wa le mêjû napesend û zerd û sîsu lêw bebar
samîNasnava edebî gyan bexşî gelî kurd dengî řadyoy henderan
deykene tescîlî mêjûy mektebe û koşk û telar