ey law

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  599 Dîtin
heste têkoşe çawit hełbêne
le řêy azadî xwênit biřjêne
meřo azad be dest bweşêne
nîştîmanî ḧurgelêkî azad
be xwên dexulqê dujmin ka berbad
bîntewe mêjû řołey keyqubad
her xwên řewace azadî bikřê
mirdin bo dujmin kifnî bo bibřê
xwêne xencer û wirgî pê bidřê
her xwên wihêze jyanî cîhanî
bo hêmnî gel û xoşî û jyanî
bo danewêłe û bo nan û xwanî
jyanî hawbeş dênête kaye
lortan dekate xawen sermaye
be tirsino dełên danî xudaye
heste bebê sam herçî qewmawbê
bexwa qewmawe her debê wabê
bê xwên řijandin mêjû ça nabê