sirûd

Li pirtûka:
Dîwanî Samî Ewdal
Berhema:
Samî Ewdal (1910-1985)
 1 Xulek  713 Dîtin
dû gel yek bigirin pêkewe xebat
bo serbexoyî û yekyetî wiłat
serkewtin bêşk hate kayewe
řojî azadî û deskewtî wiłat
***
deskewt û hełat řojî azadî
bo jînî gelan bo xoşî û şadî
bo jîn têkoşîn lew nîştimane
wekû beheşte dûr le fesadî
***
heynê debînin wek baxî seba
gułî xwênawî dejêtin be ba
kewa sûr buwe be xwênî lawan
mêşk leq deka dejênê û deba
***
le birûskey gerdûn sam deçte diłan
ba xoşen deka be dirext û gułan
pêşmergey şehîd gyanî dêtewe
bo cejnî newroz legeł bulbulan