le îmamî bo ḧeqîqî

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 1 Xulek  552 Dîtin
ger depirsî çone kamîlNasnava edebî kake derdî karîye
birsîye, bê hêz û gêj û wêje karî zarîye
řoj ḧewasî pê nye şew xeste wu tenbeł dełêy
kołekêşî kirduwe takû seḧer hawarîye
wa biław û derhem û let let bû wek zulfî butan
fîkir û eḧwał û ḧewasî ’eynî towî şarîye
ẍeyrî kundî mał xirap û wîşkesofî řîş dirêj
kê dełê em wexte xoşe? gerçî emrî barîye
mam melaş řebbî kut û piřbê heda danî nîye
karî her qûle û heraye em ser û ew xwarîye
xoşîye lew çunke mangî xêre seriftirey heye
dek be zûxawî řeşî bê her be fîkirî zarîye
nan dexom emnîş be quzzełqurte, ça zûxawme
ger depirsî çon dejî kamîlNasnava edebî ewîş bê ’arîye