berhemî jyan

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 1 Xulek  681 Dîtin
ta temen pênc û şeşe daye nebê
be giřî awrî dadeploxîn
le şeş û ḧewtewe ta pazde û bîst
qît û qozîn û le zewq û şoxîn
bîst û sî gołmezî jin hênane
bo derênanî minałî poxîn
nefsî emmare be şeytanî dełê
çil û penca emeyan pê şoxîn
to be mał layde le řê min be meqam
ême wêrangerî kax û koxîn
ḧacetî koneye şêst û ḧefta
wek çelan dewrî nîye dardoxîn
germe bezmî gelî heştad û newed
saz û mestûre tiřîn û koxîn
le sedî ger le sedî yek mabîn
fatîḧey dade sed û yek yoxîn
çi le paş mame ḧeqîqîNasnava edebî cê ma
nuşteyek wek tetełey ser coxîn