mîwanî

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 3 Xulek  610 Dîtin
le ḧeyfî ’umrî hîç û pûç û nefsî serkeş û yaẍî
be řeẍmî ẍem be kwêrayî ḧesûd û dest û çomaẍî
biraym aẍa biřo mîhmanêkî saz ke! dezanî çon?
wekû mîhmanêkey ḧacî simayl aẍa le nêw baẍî
le ber taçîn piław û goştî berxî řêy nebê řêdar
leber dokłîw û salad û leber doy sard û çay daẍî
mezey do tirşekey baweř ke xoştir bû le kanada
le zigda cê nema têy kem ḧeyf bo meşkepałaẍî
be xoriştî fiřûc û řubbî řêwasî zigî masî
ewey detdît û detnasî le xane xoy û le qonaẍî
leber zorî diruşim û daẍî kelley berxî pêm waye
nemawe daneyek zistanezê ew sał le nêw şaẍî
le řêy ban hobetû ew řoje tûşî desteyek meř bûm
şwan deygut ewa her dên cełeb daranî gełbaẍî
dełên mîhmanêkî saz kirduwe ḧacî simayl aẍa
ke tenya bo neharêkî beşî naka meřî taẍî
le pyaw maqûłî şar û dê ewey netdîwe deybînî
le e’yan û le eşraf û le bokanî û le sabłaẍî
řefîqan cem’ û germî qîl û qaln daxekem «qale»
be tenya to dyar nî û lêre nî cêt xałî «debbaẍî»
minîş de’wet kiram wiçûm û dîm û aferînim gut
witim bîhonewe xo to le şê’ran gurc û qonaẍî
le daxî şê’rî nwê kirdûme terkî şa’îrî emma
wekû şîr hełdeçê teb’im gelê wextan be qaçaqî
demê ew meclîsî sîdiq û sefaye basefayem dî
webîrim hatewe dewr û zemanî řastî û saẍî
ḧemamyan serdemêkî merkezî ’îlim û şerî’et bû
qełay serdarî bokan her biłînde û berze beydaẍî
etoş herwa neharêkman deye emma be şertêkî
îtir neyhênye gořê suḧbetî bargîn û daşaẍî
zemanî îstîşên û lendewêr û cîp û peykane
nemawe şwênî řaw û espî bore û zîn û qełtaẍî
neharêkî kebabî berx û taçîn û şiř û şałat
legeł ’esrane toraẍ û legeł subḧane qeymaẍî
mebes lew nezme şoxî bû dena têrim «biḧmidalilhErebî»
heme «xîralamur awistErebî»y waş na bibim yaẍî
meramim meclîsêkî unse xałî bê le bêgane
be qewlî se’dîKes naḧawêtewe tûtî le geł zaẍî
le goşey înzîwada mawmewe bê yar û bê hemdem
řefîqî zû nebanin lêm wekû wiştir le deylaẍî
ke dembînin deken xendêkî nabedił û depirsin lêm
ḧeqîqîNasnava edebî çone eḧwałit? dełên beynêke nasaẍî