hêlkey hadî xanî

Li pirtûka:
Pêkenînî Geda
Berhema:
Ḧesen Qiziɫcî (1914-1985)
 14 Xulek  837 Dîtin

bêguman pêt seyre, řenge lat wabê hêlke leser watey xoy nîye, yan hadî xan wek cadûger hêlkey kirduwe.

nexêr, hêlke her hêlkeye. hadî xanîş ne cadûgere, ne mirîşk.

yekêke lew dewłemend û xawen mułke gewrane ke le sine pêyan dełên «e’yan».

em çîřoke řast û dirust û řûdawe. ne hełbeste û řêk xirawe, ne řêsyaw û pêsyawî bîr û xeyałe. eger hełeşe nebî û pele nekey û tozê beşêneyî bî, ta çîřokeke dwayîy dê, lam waye zorit belawe seyrtir debê lewey ke bîrî lê dekeytewe, weku min ke beş beḧałî xom zorim belawe seyrtire lewe ke hadî xan cadûger bwaye, yan bûbuwaye be mirîşk û hêlkey bikirdaye. çunke ewsa her ewende bû şitêkî seyrusemere řûy deda û nextêkîş pêkenînî lê peyda debû. bełam êsta her destî lê mede. pêşekî xot tûşî tûřeyî yan xem û xefet meke, bwêste ta çîřokeke dwayîy dê, ca bizane çî debê, legeł çi core canewerêkda destewyexe debî?

serit neyeşênim, xoşim nazanim carî çendem bû le dest řêjîmî dîktatorî û koneperistî řam dekird. le kirmaşan hawałêkim minî bepyawêkî baş sipard ke beřêm ka. kabra pyawêkî baş û beřêz bû, xełk destî qedryan lê dena. serbederewe û nasraw bû. kemêkîş be destełat bû, bełam legeł emaneşda xakîne û bê fîz bû. beyekewe çûyne garac, bekabray garacdarî gut: êmeş řewtenîn. garacdar zor beḧurmetewe le pêşewey pasêkda ke bo sine deçû cêgey bo danayn û sebaret bew ta dergey garacekeş beřêy kirdîn.

kewtîne řê û le şar derçûyn. min ke le diłî xomda zorim tirs lewe bû ke pêm bizanin, nextê hatmewe ser xom, pişûyekim hatewe ber. hêndêkî tir řoyştîn. ke temaşam kird hodeyek leser çeqî řêgeyekeye. leber ałoz û biłozîy xom û witûyrey têkeł û pêkeł nemtiwanî behîçî tê bigem. hêşta tewaw negeyştibûyne ḧastî hodeke kitupiř kabrayekî dem çeqełey řeng tiryakî û jandarmeyekî mil barîkî leř û lawaz ke be kaskête zilekey serî û bejin û bałay řeqełîda wek qariçke gulane deçû, hatin û pêşî pasekeyan girt. min leber xomewe gutim yaxwa xêr bêt, le agir řizgar bûyn beser marda kewtîn. kabray hawřêm çawêkî lê kirdim û sûkêk gutî: hîç nîye.

tirumbêlçî dergey pasekey kirdewe. kabray dem çeqeł befîzêkewe hate serê, bê mandûnebûnî û çakuxoşî, be řûyekî girj û dem û kawêjêkî xawuxlîçk û xewałû yan xumarewe gutî: ya’ełła! biden, xêra ken.

herkese derî hêna û pênc qiranî daye. hawřêkey minîş le cyatîy herdûkman timenêkî daye, bełam kuřêkî tîjkełey demřûte ke beşêwe le çawkirawekanî dêhatî sercade deçû, kirdye herawhurya: le kwêm bû, nîme, ême řojî timenêk peyda nakeyn. kirêy tirumbêl û dełałîy gerac û fêł û tełekey beqał lewê bwestê. êsta pênc qiran bideyn, meşkeyekim mast hênabû eweta beşî dû jemim qend û ça lê kiřîwe, bexwa îtir hîçim pê nemawe.

kabray dem çeqeł serêkî kêşa bo derewey paseke, wabzanim deywîst jandarmeke bang kat kuřeke dabezênê û bîgrê, bełam hawřêkey min nazanim bezeyîy bewda hatewe û pêwendîyekî pêyewe bû, yan metirsîy lewe bû ke bimangêřnewe dwawe û gêre û kêşeyek bo min saz bê, mawey kabray dem çeqełî neda û xêra gutî: bigre!

kabra awřî dayewe gurc timenêkî da destî û gutî pênc qiranî le cyatîy ew kuře û ewî tirîşî bo xot. kabray dem çeqeł çirç û loçî nawçawanî nextê leberyek kişanewe û le xoşîya tozê demî daçeqa û benûzeyekewe gutî: xwa xoşt ka.

ew dabezî û êmeş kewtîne řê.

kuře demřûteke hatewe qise û gutî:

- hey.. hey!. dewłet deyewê bepênc qiran pênc qiranî řêbwar û hatuçûkeran dawwidezgay xoy beřêwe berê! bo xatrî xwa kûçe û kołanî kirmaşan bemin çî? min pare bo bidem be şarewanîy kirmaşan?

hawřêkey min gutî: kuřim em qisane par dekiran (wate ke zemanî musedîq bû). êsta kełkî nîye û tûşî girtin û azardanîş debî. tozê agat le demî xot bê.

îtir bem pênc qirane wek kilîlî telîsim ya bîsmîllay pyawçakan řêgeman bo kirayewe û bebê girê û qorit, be ber (taqosan)da be ber yadgarekey ferhadî qaremanî çîřokî (şîrîn û ferhad)da řoyştîn û le (nawderbend) tê peřîn.

le çayxanekey (mile mirwarî) herçend řemezanîş bû, dabezîn û leber hawřêkem ke le pêşewayanî dînî ejmêrra, le qujbinêkda qawełtîman kird.

hawřêkanîşman, şaristanîyekanyan le nan û çaxwardin û borepyawekanîşyan le destinwêj û nwêjkirdin bûnewe, serlenwê swar bûyn û kewtînewe řê. detgut pênc qiranî tayn hêşta pît û bereketî her mabû, be ber çend jandirmexaneda řet bûyn hîç geřugêçełyan nekirdîn. bełam ewey řastî bê wa dyarbû hawřêkey minîş lew naweda le pênc qiranî gorîn bê nirxtir nebû, çunke îtir hemû kes deynasî û tenanet jandarmekanîş ke çawyan pê dekewt bedest siławêkyan lê dekird. ca nazanim lewepêş pênc qiranî bewanîş dabû yan her be dewłemendîyekey wek nûştey dembest demyan řeq debû.

pas be wiřewř řêgey xoy debřî. minîş be diłnyayî seyrî hewraz û nişêw û çem û řûbaranim dekird. hawřêkeşim be řwałet leber werzî řojû, le řastîşda sebaret be têrxiwardin û xawbûnewe wenewzî deda.

řêbwarekanî tirîş yektiryan dedwand ta geyştîne çayxaney (...) lewê dabezîn û be çayçî û be xełkewe giştyan hatin be pîrî hawřêkemewe, times ew çayxaneye mułkî ewe û em xełkeş ya borepyaw ya desupêwendî ewn.

tawêk lewê ḧesaynewe. le paşan ewan berew sine kewtine řê. minîş berew awayî destim da kej. naşareza bûm nemdezanî bekwêda biřom. dû pyaw kelupelî małî kabray hawřêmyan debirdewe û kemêk le pêş minewe bûn. tozê pêm hełgirt û girtimnewe. herçend ewan kuřî kêw û kej bûn, bełam sebaret beme kołekanyan qurs bû zor baş legełyan derdeçûm.

le bask û mileyek serkewtîn, dêyek derkewt. pirsîm: emeye awayîy (...)? gutyan: nexêr! emey çî. em temumjet dîwe nûçkey kejekey dagirtuwe? awayîy (...) wa lewêye.

kejeke zor berz û kûř û zerduma bû. bom nedeqebła berzayîy çendeye?

ta le paşan kabray xawen awayî hatewe, carêk lenaw qisanda gutî: ḧewt hezar pê le ban deryawe berze.

be şîw û dereyekda hełkişayn. bon û beramey guł û gułzar pyawî mest dekird. be penay dołekewe û ta serî benden bax û baxat bû. dar û dirext wek dostanî be emeg û hawbîr seryan beser yekewe nabû, detgut řaz û nyaz deken be aławwałay sewzegeławe, bedem şiney bawe deşekanewe, detgut be heway muzîkî xuřexuřî awekewe ke le lûtkey kejeke dehate xwarewe, wek dewłemend û xwa pêdawekan, leser şanoy kabarîyekan sema deken û agayan le derd û mergî kes nîye.

em dîmene bo min, be taybetî dway maweyek zîndan, ewende cwan û xemřewên bû, berzîy kejeke û şeket û mandûyîy xomî le bîr birdibûmewe. bekawexo tê hełdegeřayn ta demademî xorawa geyştîne awayîy (...).

dway çend řojêk kuřêkî sineyîş ke xizmî xanexwêkem bû, benawî serdanewe hate ewê. kuřêkî xwêndewar û wirya bû. wabzanim ewîş wek masî le tawî řawkeran qułaxey dabû. beřoj leber hatuçoy jandarme û çerçî û wirdewałefroş ke pitryan be polîsî nihênî dezanran, deçûyne baxêkî dûr le awayî.

baxeke le cêgeyekî êcgar xoşda hełkewtibû. herçend gêlas û qeysî nizîk pêgeyştin bûn, hêşta le serûy ewêwe, be nûçkey keje berzekey piştyewe, řinûy befir dedrewşayewe. lewê bom derkewt ew awey benaw baxekanî xwareweda hajey dekird, serçawey lay ew řinuwaneye û legeł befrawekeyan têkeł debê. boye be řoj her hajey dêt û be şew ke befraw deybestê kem û hêdî debêtewe.

lem baxeda komełê kirêkarî leř û lawaz û řûtełe quřekarîyan dekird.

xerîk bûn xanûyek bo xawen baxeke dirust ken. nîweřoyan seru sê nanyan dedanê. hêndê řoj doşî legeł debû. le ewřeḧmanî baxewanim pirsî: emane kirêyan çendeye? gutî: řojî timenêk. gutim: ca çon bem řoje dirêjane be timenêk kar deken? gutî: hahû! eme kar û kasbîyan řenêwhênanî em baxeye. eger sałêk terze û gilêre dirextekanyan bikutê, hîçyan nîye pêy bijîn. pareke nehatyan bû, zistan pareyan wergirtuwe lepêy karî hawînda řojî be timenêk û xoyan pê xistuwete behar. êsta boye bewende kar deken. em sê naney deşyandirêtê pyawetîye!

ewřeḧman ke nîweřoyan deçuwewe awayî nan bo kirêkarekan bênê, êmeş pareman dedaye şitêkman bo bikřê. řojê lew řojane dû timenman daye hêlkeman bo bikřê. ewřeḧman hatewe, nanî le kirêkarekan dabeş kird û serkewt bo lay ême. hêşta çend hengawî mabû bigate laman gutî:

nan û řonim le małî aẍa hêna û bayîy dû timenekeş hêlkem bo hawirdûn, bełam çi hêlke? hêlkey hadî xanî!

le kuře sineyîyekem pirsî: hêlkey hadî xanî çîye? gutî: bexwa bêjim çe!

ewřeḧman hate pêşewe şitumekekey dana. agirî kirdewe û çay lê na û hêlkewřonêkî başî kird û hersêkman destiman be xwardinî kird. leser nanxiwardin le ewřeḧmanim pirsî: hêlkey hadî xanî çone? gutî: ey çawit pêyan nekewt çend dirişt û gewre bûn? howeta biřwane têkułekeyan.

gutim: boçî ewřeḧman êwe be hêlkey gewre dełên hadî xanî? gutî:

bełê, lem çemî (gawero)yeda wa dełêyn. eme ḧîkayetî hes. gutim: adey ḧîkayetekeman bo bigêřewe.

ewřeḧman ke kuřêkî sawîlke û dem bepêkenîn bû, bizeyekî girt û destî pê kird û gutî: lew şîwey ewdîwmanewe le dawênî ’ewdałan dêyekî awedan û gewrey lêye nêzîkey dû sed mał debê nawî (nişûr)e. em dêye cige le baxatî zor kêłgey fireşî heye û awwihewaşî gelê sazgare.

hadî xanî xawenî, sereřay gişt miłkekanî, xanûyekî xoşî lewê dirust kirduwe hawînan dû sê mang be xawwixêzanewe bo řabwardin dête ewê. pyawêkî fire leçer û çinoke le pyawî dewłet bewlawe mişkîş çêşkey nanî naka.

xełkî nişûr ewaney cûtbendin wek dêhatî tir xerc û pîtak û pûşane û řonane û kawřane û xurîyane û muwane û fiřûcane û bêgaraney xoyan deden. deẍił û dan û şînawerdîş ewe dyare ke nîweyî û sêyeke.

baxekanîşyan lem sałaneda behoy tapowe lê kirawete nîweyî. ewaney řeşayîşin dîsan weku henderan mangî sê řoj bêgar deken. eger ajełîşyan bibêt, ewa řonane û pûşane û kawřane û xurîyaneş deden.

bełam hadî xan zyad le gişt şwênêk bepêy ejmare bo gişt mamrêkî sere pazde hêlke le řeşayîyekan desênê.

ke hadî xan małî dête nişûr, gizîr dekewête naw awayî mamrekan çaw’ejmêr deka, syayîy degrê û deyba bo aẍa. le paşan dengyan deda herkes çendî hêlkane le pêdaye bîbat. řeşayîyekan ke řenicber û werzêrî cûtbendekanin, xoyan le deşt xerîkî karin. jin û mindałyan zembîle hêlke hełdegirin û deyben bo małî hadî xan. hadî xan bo endazegirtinî hêlkekan kunêkî xiřî kirduwete texteyek. xizmetkarekey texteke degrê bedestewe û le berçawî hadî xan hêlkekanî pê endaze degrê, her hêlkeyek be kunekewe neçû werî degrê û ewey be kunekeşewe newêsta nayewê. xawenekey naçare bîba bîgořêtewe behêlkey qełew. ca sebaret beme hêlkey gewre lem naweda nawbangî kirduwe behêlkey hadî xanî.

gutim: ewřeḧman ca bo deyden? key eme le qanûnda heye?

gutî: to êjî çe? ey naydeyn çi dekeyn? hadî xan e’yane û małî le şare û her xoy ḧesawe. jandarme denêrête serman be şeq wirgiman dediřn.

- ca êweş hemûtan qisey xotan bikene yek û le hadî xanîş û le jandarmekanîş lay dewłet şikat biken.

- bełê le zemanî duktor musedîqda ememan kird û tenanet min xom êsta awarey ewem: daykim hêlkaney birdibû bo małî hadî xan, hêlkekan be kunî textekewe newêstabûn, kabray xizmetkar hemû hêlkekanî dabû be sere sipîyekey daykimda. êware ke le îş hatmewe serî şordibû, basî hîçîşî nekird ta min tûşî gêçeł nebim, bełam dirawsêkan boyan gêřamewe. minîş her bew şeketî û mandûyîyewe destim da das û çûme małî hadî xan ta wek kema milî hełbiřim, xwawřastan çûbû bo sine û le cyatîy ew kabray xizmetkarim ber pel kewt daxî hadî xanîşim bew řişt û heta cûławe lêm da û le dû sê lawe serim şikand. îtir dinya wek mastî meyîwî lê hat û basî hêlke lew naweda nema ta dewrî musedîq têk çû.

dîsan serlenwê hadî xan le caran xiraptir zebruzengî dest pê kirdewe û jandarmey hêna ke min bigrê. minîş boy derçûm û eweta lêre baxewanim. bełam bira biçûkekemyan berdest kewt û girtyan, êsta wa le kirmaşan le zîndandaye, ha nebû ke êwe hatin minîş le pasekeda bûm û qiřem le tek kabray dem çeqełda kird, ewe çûbûme kirmaşan serî birakem dabû.

- ewřeḧman, to ewsa gutit mastim hênawe bîfroşim.

- ey çe? bêjim ewřeḧmanim û bimgirin! bexwa her ewende bû mastim nebirdibuwe firoştin, egîna gişt qisekanî tirim řast bû. ewsa ke mastim debirde firoştin, ewanem gişt beser dehat.

- ewřeḧman, werzêr xoy berberekanêy xan û beg û jandirmey pê nakirê. legeł řoşnibîr û zeḧmetkêşekanî şaristan řêk kewn, ewan xwêndewarin û baştir řêgey kar dezanin, ba şarezayîtan biken.

- a eme xoşe. nexwêndewar wek kwêr waye çuzanê çi bika? îste ême şarewşar bedway ewanda bigeřêyn, yan ewan debê bên û ême tê bigeyênin?

xo hîç nebê nanêkyan le berubûy řencekey ême xwarduwe?

- ewřeḧman qisey toye, bełam pele meke ba ewanîş xoyan tewaw pê bigeyenin, ca êweş şarezayî deken.

- sa wełła êmeş le tay tewras amadetrîn. bigre be hemû layekman pîrêjin û mamir û hêlke lem pend û mexsereye řizgar bikeyn.