behar

Li pirtûka:
Dîwanî Heqîqî
Berhema:
Heqîqî (1902-1996)
 1 Xulek  771 Dîtin
fesłî behare şînin kej û kêw
sûrin gułałan sewzin pel û çêw
cwanîy tebî’et baẍ û der û deşt
pêşanit deda mestûrey beheşt
xunawke barî, çîmen aw dira
çiłî gułî sûr bû be çilçira
gułî sûr kirdin bulbulî nałand
nemrî tebî’et, cwanî lêk hałand
gułan pişkûtin le şax û daxan
xoş bê nîştiman bote çiraxan
deşt û telanî wek ’asmanî şîn
baẍî gułanî dem be pêkenîn
guł, bûk û bulbul, zawa û bałdaran,
le seyr û seman subiḧ û êwaran
terazûy xeyał deka seng û sûk
bo zêřweşanî şanî zawa û bûk
dengî qełpezey awî hełdêre
tûřey tûzele û dengî bilwêre
behar camêkî cîhan numaye
na na nimûney beheştî xwaye