edeb

(1859-1912)
Li pirtûka:
Mêjûy Edebî Kurdî
Berhema:
Elaedîn Secadî (1907-1984)
 27 Xulek  2590 Dîtin

bulbulî ser çiłî ẍezelxiwanî, hawdemî diłberî mukiryanî. diłter û řûxoş û qisezane, gewherî şewçiray edîbane. kiłpe û giřey derûnî le şorî ’eşqewe kêwêkî agirîn, gime û neway zebûnî le beşqî şewqewe bilwêrêkî asnîn. serxoşî meyxaney ahengî zeřpoşan, dengixoşî neyxaney yekřengî meynoşan. xemłîwe bûkî qisey wek guł û çinûrî wextî behar, neydîwe fîkirî kes ew şêwe ẍerame ke ew eyxate kar. le xakî pakî mukiryana taqane, le bezmî edîbî şa’rana xoşxiwane. şê’rî awazêkî nihênîye deng edatewe, zewqî karebayekî xeyałîye dił řûn ekatewe!.

şa’rî berî em lalezare nawî «’ebdułła û kuřî eḧmed begî biraym begî řostem begî kuřî seyfeddîn» e. le sałî 1859y mîladî le gundî «ermenî biłaẍîCih» le «mukiryan» hatuwete dunyawe. ermenî biłaẍî gundêke kewtuwete beynî bokanCih û myandiwawCih û sayîn qełaCihwe.

eḧmed begî bawkî ’ebdułła le begzadekanî babamîrî û xawen desełatekanyan buwe. bere babekeyan xwêndewar û mîrza bûn. le temenî 8 sałîda le dêyekî xoyan ’ebdułła bo xwêndin enête lay «mela feyzułła» nawêk. qur’an û hendê kitêbî wirdełe lelay ew exwênê, lepaşa mîrzayekî bo řagîr eka derzî farsî û xet nûsîn le pêşa bew û lepaşa be kuřekey tirî «’elî beg» fêr eka.

řewştêk le kurdewarî hebuwe êsteş le zor şwên betaybetî le ladê û lelay begzadey ’eşayrekan mawetewe. ew serdeme xwêndin lebeyn dû tîreda buwe, tîreyekyan - ke pêyan witûn «mela» - emane betaybetî her xerîk ’ilûmî dînî û ew şitane ke aşna bûn be ’ilûmî ’erebîyewe wekû «asulErebî, bilaẍةErebî, mintiqErebî, filkyatErebî, sirf,Erebî niḧuErebî, tiqsîr û ḧidîsErebî». ke witrawe xwêndewar le wextî xwêda em tîreye mebest buwe. we le řastîşda heta em dewrey dwayîye lem tîreye ke lenaw çwardîwarî şiř û dûkeławî ḧucrey mizgewtî şaristan û ladêkana be jyanêkî zor sade û kułemergî bexêw ekiran, ’ulema û udeba û şa’rî zor gewre gureyan lê derçuwe; we eger ’alemî kurdî ta seretay sedey bîstem le asmanî xwêndewarîda le ’alemekanî tirewe dyar bê, estêrey geşî ew asmane tenya em tîreye bûn. ca bem bonewe hemû pyawêkî gewre û begzade le kurdewarîda şanazî bewewe kirduwe ke têkławî em tîreye bibê we be pêy desełat xoy û kuřekey fêrî ew xwêndine bikat.

em tîreye wekû em firmaneyan be destewe buwe, usûlî qezawetîşyan her be destewe bû, le munakeḧat û mubaye’at û ceřaḧda, we le karubarî ḧiqûqîda ḧakmî serbexo bûn. hemû demê koşk û dîwexanekanyan leber muřacî’în wekû pûrey heng wa buwe. bekurtî herçî muḧakîm buwe leber dest ewana buwe, her biřyarêk ewan dabêtyan serî girtuwe û le şwên meḧkemî êste bûn. tîreyekî tir hebuwe pêyan witûn: «mîrzaNava taybet», emane betaybetî destyan ekird be farsî xwêndin û řêkxistinî kaẍeznûsîn û xet xoşî, bo piştîwanî emane hendêkîşan ’erebî exwênd. em tîreye le dîwexanî pyawmaqûł û begzadekanda řa’egîran û beratyan edraye bo nûsînî kaẍez û îş û karêkî řesmî ke bibwaye legeł ḧikûmet, defterdarî miłkekanîşyan exsite esto. emane, qełemdan, sindoq, desteye kaẍez û paketyan hemû dem le dîwexan le tenîşt xoyanewe da’ena. her fermanêkî aẍe bibwaye xêra eyannûsî û eyannard. nûsînîş be qełem qamîş û merekebî řeş û lîqeyan exsite naw dwêtewe; merekeb û qełemeke lenaw qełemdana buwe. lebin dest emeşewe derzî tomar û xet xoşîşyan be mindałekanî aẍe ewt. eme mêjûyekî çonyetî xwêndewarî dewrî pêşûy kurdewarî bû, pêwîste tarîx winî neka.

ca ’ebdułła lelay ew mîrzaye ke eḧmed begî bawkî řaygirtibû, fêrî xet nûsîn û tomar xwêndin û farsî zanî ebê û le koşî nazda bexêw ekirê. be dem emewe hendê ’erebîş exwênê û aẍayetîş eka. hemû car hatuçûy bokan û sabłaxîşî pê ekirî. dewreyek le jyanî řa’ebuwêrê, le temenî bîst sałîda bawkî eynêrê bo «taranCih» bo xwêndin, wekû eygêřnewe le sałê zyatir lewê nemawetewe, bełam nazanrê nemanewekey leber çî buwe? lepaş em maweyeş hemû car hatuçûy «tewrêzCih»y kirduwe û be pêy desełatî begzadey mukirî çawî be «mosko» û «werşew» yiş kewtuwe û le her şwêne tefkîrêkî wergirtuwe.

le dewruberî 35 sałîda tûşî nexoşî lerzokî ebê, bo çarkirdinî gelê şwên esûřêtewe, le axirda eçê bo řûsya be çakbûneweyekî wextî çak ebêtewe û egeřêtewe bo wiłatî xoy. le paşa řojgar piştî têheł’eka, ew naz û nî’mete leber nesaẍî egořêtewe be cewrî zeman û naḧezî řozgar!. kołekey jyanî ebê be pizîşkî, ke le karwanekanî mosko û werşew û le taqîkirdinewey nexoşîyekey xoyda fêrî bûbû.

le sałî 1910da legeł dû begzadey mukiryan û merîwan řêy ekewête şarezûr. le awayî şanederî le mał xelîfe řeşîd naw, çend řojêk emênêtewe. be kaẍezê şi’rî xoy egeyenête tahir begî caf. lepaş emane geřawetewe bo mukiryan. ke egeřêtewe nexoşîyekey serî lê heł’edatewe û betewawî îflîc ebê. legeł emeş demar û xwênekey cirmucûlêkî way tê’ekewê be hîç şitêk çar nakirê, bewe nebê «helork - colane» yekî bo dirust eken û eçête nawyewe û hemû demê řay’ejenin; bewe tozê hêdî ebêtewe, ta le 1912 bem nexoşîyewe le temenî 53 sałîda dunya û leş û larekey «nusret xanimKes» becê dêłê û le gořistanekey «ermenî biłaẍî» da enêjrê.

’ebdułła beg wefay xoy beranber be nusret xanim becê hêna, çunke sozî ’eşqî nusret bû ke bû bihewê îflîcbûn û mirdinî, we şi’rî ’ebdułła beg bû ke cwanî nusret xanmî be tewawî kurdewarî nasand, ke çî nusret xanim ew wefaye becê nehêna. le dewrî îflîcbûnekeyda tełaqî xoy lê send û mêrdî kird be «emîrtuman» y êranî - ke ḧakmî sabłax bû -. lepaş ewîş mêrdî kird be «’elî aẍay gewirkKes» înca be seyfeddîn xanî seqiz, le seyfeddîn xan kuřî heye. ’ebdułła beg pyawêkî bała myane û esmerkar û çawřeş bû, nawçewanî pan û birokanî piř û lêk cya bûn, lûtî barîk û ser lûtî nextê hatbuwe xwarewe. simêłêkî zortir řeşî barîkî tozê dirêj û řîşî etaşî, gerdinî dirêj û nawqedî barîk bû, leşîşî zor estûr nebû. mişkî û camedaney ebest be serewe. kakołîşî hebû, zortir kewa û sełtey mîldarî leber ekird. hemû dem qełemdanêkî birincey pê bû û eykird be ber piştênekeyda. dengî nerim û şermêwin buwe, zor ziman paraw nebuwe, řewişt û xûy hêmin buwe, diłteřîyekî benawbang buwe, aşna bû lem axreda be dyanet, xwardinewe û yarî labirduwe, cigereşî exward. le ser û swarîşda tewaw buwe. ’ebdułła beg pizîşkî, wênegrî, řeng řiştin û mozîqay zor çak zanîwe. le layen «muḧemmed ’elî şay qacarKes» - ke welî’ehdî şay êran bû û le tewrêz da’enîşt - leqebî «misbaḧ aldîwanNava taybet» y dirawetê. le seretay dîwanekeya boyan nûsîwe: goya kitêbî «nixbة alḧisabErebî» le danrawî ewe, bełam eme wa nîye bełkû em kitêbe hî «misbaḧNava taybet» êke ke nawî «esedułła begî kuřî řeḧmetułła begî nazrî ’ezîz begî serdar» e. mîsbaḧ, eger gewretir şa’rêkî ẍeramî kurd nebê, yekêke le here gewrekanî ew meydane, çunke dozînewey me’nay teř û awdarî weha ke kes řêy pê nebirdibê le barî ẍeramîda derbiřînyan be wişe û ’îbaretî zêřînî ahengêř û honîneweyan be corêkî wa řêkupêk, newek şewnim bê bo řişêney diłî dił zînduwan, bełkû guławpaş bê bo geşandinewe û zîndûkirdinewey diłî diłmirduwan!, eme tenya le dest «mîsbaḧ» nebê le dest kesî tir nehatuwe!. řaste le dest kesî tir nehatuwe, çunke mîsbaḧêk ke nusret xanim nawî mukiryanî be bałay berzî newtûł nemamyewe, be leş û larî bêgerdî wek mînayewe, be çawî mest û biroy nerim û řeş û mîsk asayewe, be lêwî ał û gona û xet û xałyewe, be gifit û liftî şekirî qise û nazyewe le pişt awrîşmî řeşî zułfî xeyatey xawyewe, be lence û larêkî bêwêne perî amêzyewe wekû giznigî řoj le demdemî hetaw kutnida tîşkî zêřînî řojî řûmetî têkław be piřîşkî ’atîfeyekî me’newî bika û řûbeřûy diłî biłêsey mîsbaḧî şeyday bikatewe bo ewe bibê be bulbulî zarî ser çiłî nwaxwanî ’eşqî ẍeramî!. naçare bebê ewe ser le hîç bikatewe emîş řû bikate ew peykere le sozî kûrey derûnêkî piř coşewe biłê:

ta can le bedendaye «edebNasnava edebî» to deperistê
zînnarî milim zułfî xemit, qîbleme ẍebẍeb

mîsbaḧêk ke ta axir henasey jyanî xoy bika be sitayşixiwanêkî heme corey yarî xoşewîstîy, dyare hemû newayekî ebê gewherêk bê. ke wa bû heł’egrê ke nawî şi’rî bika be «edeb». řaste tefkîrî ew û ’îbaratî ew hemûy edebêkî bonxoşî ’atîfe bizwêne le edebê kurdîda. êste bêyne ser ewe ke bas le hendê le şi’rekanî edebewe bikeyn lo ewe bizanîn payey em şa’reman le meydanî edebyat û belaẍetî kurdîda geyştuwete çe şwênêk û kam giłî bo xoy girtuwe?.

şi’rî edeb tenya yek perdeye, tenya yek perdey nazkî ẍeramîye û hîçî tir. edeb hîç xeyał û arezûyekî nebuwe, tenya ewe nebê ke legeł diłxiwazî hamřazya «nusret xanim» be her core edebêt boy řê kewê bikewête giřugał û qise. be pêçewaney şa’rekanî tir; ewan ba şikohî ẍeramîş seraperdey gułistanî řazandibêtnewe, her twanîwyane le lêwarî perjînekeyewe destêk bo bêstanêkî tir dirêj biken. bełam edeb her aławe be dû çawî kał û dû gonay ał û dû henarî newřesî nusret xanmida!. leber ewe dênê basî yarî diłxiwazî xoyt be edebêkî aşkira bo eka û ełê:

şêt û şeyday butêke diłekey piř le xeyał
newřes û sadeřux û seru qed û çwarde sał
saḧîr û şêwezen û pîlewer û cîlwegere
bê wefa û sîdiq û sefa, şerit û beqa, ’ehdî betał
saqî û badeperist, mûns û ’eyar û letîf
zîrek û ’aqił û dana û xudawendî cemał
diłberî sîmberî ḧîlegerî we’de dere
le hezaran be yekêkî ke wefa bûbê, meḧał
hemdemî zûd řemî ẍunçe demî piř siteme
ne be ser řazîye lêm û ne be can û ne be mał
senemî, gułbedenî, xoş suxenî, ẍunçe dehen
mah řû, sîlsîle mû, şîfte xû, piř xet û xał
hem butî butkede, hem qîbleyî îslam û fereng
ke be her mezheb û qanûn peristişye meḧał
cewherî lutfî pedîdare le endamewe çûn:
ke le bilûrewe peyda, sîfetî awî zełał
teřiçk û turit û teř û taze û ře’na û letîf
kefeł û sîne û sa’îd, řux û bała û cemał
gerdinî şûş û muneqqeş be dû xałî řeş û bes
bê leke û jeng û pełe, her wekû şûşey zeřî qał
simtî lûsî çe biłêm, nerim û xiřuxoł û sipî
gird û mexrût [û] mudewwer, şeq û turit, wek beyî kał
her demê meřmeřî simtî be cefa sûř bida
tifłî teb’î «edebNasnava edebî» ewsa ekewête giřugał

bełê, edeb basî yarî diłxiwazî eka, bełam eger tozê be wirdî le nuktey şi’rekanî wird bibînewe hîçman bo dernekewê, xo eweman bo der’ekewê ke edeb be hîç cor beşwên ’îbaret řêk xistinda xoy ’ezyet nedawe, ke çî legeł eweş teřî û teriçkî şi’rekanî gelê gelê le diłxiwazekey cwantir hênawete nawewe. bełkû hendê car çwardesałane leweda ke hîç wefayekî lela nîye, hendê car be zibrekî û danayî be hezaran çwardesałanî řaw kirduwe. lepaşa dênê bebê perde basê gelê şwênî nazkî eka, ke em core bê tirsîye le meydanî edebyatda le dest kem şa’rî tirî kurd hatuwe!. dîsan legeł emeşda eger me’nay belaẍet bewe lê bidrêtewe butrê ke:

«’îbaretêkî diłgîrî řewanit berçaw kewê, leber xoşî û řewanî toyş lat wa ebê ke wekû ewe etwanî biłêyt, ke çî dêyte ser witnekey pêt nakirê!» weya «piř be piřî me’nay cwane lebo wişey bê girê û qorit».

ca eger me’nay belaẍet bem core lê bidrêtewe, beřastî em me’naye betewawî çuwete qałbî şi’rekanî edebewe û edeb twanîwye derzî belaẍet biław bikatewe...

edeb lemewe ser’ekewê eçête asmanêkî beriztir, lewê be dû çawî tîjewe seyrî ’alem ẍeramî eka; seyrî ew ’aleme eka ke arezûy ademîzad ke lewêda wekû berxêkî şîrexor ke daykekey leser qersîlî taze deratûy coşî behar bileweřê, lwêç lwêç teřayî gyake bika be şîr û bîxate gwanyewe û berxeş bedłinyayî bîmjê û be demyewe car car leser gyake geme bika!. ew berxe lew şîre û lew gyaye û lew hewaye le çe kameranîyekdaye, arezuwekeş le ’alemî nefsanîda le gwanî hemû core xeyałêk emjê û ekewête hemû giřugałewe!. ca em «edeb» ey ême leber ewe hemû demarekanî le neş’eyekî řasteqîney ’eşqida şêy hełênawe be edebêkî zor aşkira û bê perde be 41 pênc xiştekîye benawbangekey dastanî xoy û yarî egêřêtewe û seretakey ekatewe û ełê:

dwêşew şewî şemme ke le şem’ û meh û exter
araste bû setḧî seraperdey exzer
min bende le kaşaneyî tarîk û muḧeqqer
dû dîdeyî ’îbret be ber ew seqfî mucedder
geh ẍerqî xeyałat û gehê waleh û muzteř

basî serasîmeyî xoy eka, ke çon le gêjawîy xeyałata niqum buwe. înca le pênc xiştekî çwarema ełê:

nagah wejûr kewt yekê mehweşî tersa
xoy le’betî tersa û beser çadî tersa
lem çadrî tersaye nimayan řuxî řexşa
wek piřtewî şe’ra le myan piřtewî xezra
sed namî xuda bew şewe lew mahî munewwer

pya dêt be basî ser û řûmet û cil û bergya û be basî ’etir û ’ebîrya û qise lewewe eka ke aya eme kê bêt bem core serî lê têkdawim?. le pêncey dehema ełê:

min ẍerqî tefekkur ke le piř diłberî tennaz
ahêste selamêkî be min da be şekernaz
yařeb, çe selamêk û çe lehcêk û çe awaz?
wek nefxeyî semtûre degeł zîr û bemî saz
bew nefxe diłî xistewe perwaz bebê peř
***
em care kemê hatewe pêşê be şekerxend
fermûy: edeb ḧîret û nefret leme ta çend?!
min ew senemem wa diłekey tom be cefa send
min ew fitenem gerdinî tom xistewe naw bend
ḧazir be, nîşanem řesenî zułfî mu’etter

pya eřwa ke pêy biłê: min her yare dêrînekey tom û mahřuwekey carantim. înca ełê: ke nasîmewe eme kone hawřazekeme:

kewtim leberî pêy û witim: ey gułî ře’na
ey řoḧî řewanim çe be sûret çe be me’na
herçê ke bifermûy «sim’ina û at’inaErebî»
«ma şî’ْtî fe’elْtî we yelî alْ’ane qene’naErebî»
emma were fermû le çî bûy lême mukedder
***

řaz û gileyî legeł eka û le pêncey şanzedehemda ełê:

fermûy ke çe hengamî gile û weqtî ’ezaye?
emşew şewî ’eyş û tereb û sułḧ û sefaye
seyrî serî kułmim ke ełêy nûrî çiraye
sînem ke ełêy řewzeyî řîzwanî xudaye
şehdî dehenim ke, ke eda te’ne le kewser!
***

pêy ełê: bezmim legeł bigêře, newek řezim:

her way wit û řûbendî ke lada be qefada
gêsûyî beser pence leser ’arîzî lada
ew tel’ete wek mahê lenaw zułfî syada
řojê bû, tilû’î bû, lenaw leylî ducada
řûnakîyekî xiste hemû xuttew û bender!
***
ser kułmî gułî dayewe wek laleyî ḧemřa
zîbî serî dû kułme, dû gêsûy muteřřa
carê xem û geh ḧelqe û carêkî degořa
carê be serî kułmewe, carêkî leserřa
wek pêç û xemî dûde leser mecmerî azer!
***

le pêncey 21da ełê:

zułfî syehî pexşe leser gerdinî billûr
wek suḧbetî mîskî xuten û nîsbetî kafûr
bayek le şewî tuřře û zeřřeyek le qemer nûr
her boye ke amêzşî mehtabe be deycûr
heyhate le neyrengî butî şe’bede perwer!

zor be cwanî basî zułf eka û be destûrî kon be mar û ’eqreb eyanguncênê û le pêncey 24da ełê:

leb le’lî bedexşan dehen ḧuqqeyî mercan
metbû’ û pesendîde be her tebi’ û be her can
amêxte nutqî be şeker wek be şeker can
şîrîne wek ew dem ke deng bêtewe ber can
debzane çe xoşe ke řewan bêtewe ber ber!
***
dem taze şikofeyekî şeqayq le nizaran
leb piř le tebessum be nesîmêkî beharan
awingî beyananî binîşê le kenaran
destî çe kesê lê nedrabê le çe caran
meḧbûb û teř û taze û řengîn û mu’etter!
***
sîney çe biłêm, subḧidemî fesłî beharê
ya befrî eweł şew ke zumistanê ebarê
dû memkî wekû cûte henarî liqî darê
dû gułbedemî narewe wek denkî henarê
qetrey ’ereqî pêwe wekû daneyî gewher!
***
naf û şikemî çe biłêm? nafeyî qaqum
nafey le myan busterî qaqum be mesel qum
wek nafe ke bûbê le ẍezalî xutenî gum
xoy bê eser û mawe le ahû eserî sum
ahû buwe bê nafe peřakende be kîşwer!
«alqîsّeةErebî» le şewqî diłî piř ḧisretî muştaq
wa girtime naw baweşî xom ew mehî afaq
buwe yek, dehen û gerdin û sîne û kemer û laq
cûtê bû be batîn, emma be nezer taq
ew sa’ete ’eyşim be dûsed ’umre beraber!

ke em dîmene ebînê her sate ebête perwaney şwênêkî û le pêncey 31da ełê:

ẍunçem eçnî carê le gułzarî ’uzarî
carê le temaşayî şikofey gułî zarî
satêkî xerîkî girehî bendî îzarî
destim lepřa kewte ser ew mewzî’î karî!
çawî bedî lê dûr bê, wekû gencî tewanger!

basî em gence eka û ełê: derbesteye, sipîye wekû bilûr, yaqûtê lenawyaye, yaqût nîye, bełam qazancî yaqûtî heye, ke laberî ẍeme û şadî û hêz ehênê.

înca be corêkî tir basî eka û le pêncey 34da ełê:

wek şikłî heło, hey’etî gułberkî şilî řeng
alûde wekû şehdî letafet wekû baleng
ḧuqqeyekî xiřî sadeyî sîmîn û dehen teng
endûde nebûbê řunî sîmî be xetî zeng
tewzîḧe be kurdî wekû beyzeykî muqeşşer!
***
řengîn û xiř û girde le terkîbî henarê
her wek kelemê zuqmî leser bergî bibarê
her care ke řêkit bigûşyaye be carê
sîřey le wetaẍê deçuwe derkî ḧesarê!
wek xirçeyî teř dirzî ebird emser û ewser!
***
wek taze hełûjey ke lenaw dû liqeda bê
wa řêk gûşrabê ke le dû lawe qupabê
hêndêkî qupabê û kemêkî qełeşa bê
qełşanê ne wabê ke be çaw ferqî kirabê
her wek ke le sêwêkî dirabê demî neşter!
***
wek guł demî xendan û wekû ẍunçe lebî cût
ẍunçêkî lenaw dû peřî gułda ke nepşikût
peyda serî çuçle lebeyn dû lebî yaqût
her wek be demî tiflî sema hateweşa qût
nîwêkî pedîdar û ewî dîke musetter
***
bem terze ke hate nezer ew ḧuqqeyî bilûr
ḧemdane le soyanî kepûy lê bû be şeypûr
bew mêzer û destar û ser û gerdinî estûr
bê we ke «diqّ albabErebî» bika, serzede çuwe jûr!
subḧane le bê ’arîy ew gwê řepî e’wer!
***
çuwe jûrewe bew şekił û heyûlaw û qeware
detut ke le nawkî berejêr kirdye îcare
karî be dû se’at geyîye çil be jimare!
ełbete heta řojê deda xoy le hezare
elḧeq hunerî kird siłêman begî yawer!
***
xetmî ke «edebNasnava edebî» hênde meke bê edebî dî
ba ḧemlî neka wa’îzî em şare be çî dî
her çende ke hełdegrê xeyałat le şitî dî
emma be xuda ẍeyrî tesewur nîye çî dî
meqbûłe emîş, xase lelay merdî suxenwer
***
ger hezle, eger tîbete, gencîne nehanî
memlû’e seraser le duř û gewherî canî
her dane beranber be dûsed gewherî kanî
qedrî lekin ew şexse bizanê le me’anî
me’lûme lelay gewherîye qîmetî gewher
***

bełê, em şi’rane her çende edeb dirêjey pêdawin û pêy lê hełbiřîwin, we lat wabê ke le sinûrî edeb çuwete derewe, bełam eger be corêkî řasteqîne seyrî edeb û edebyat bikeyn, carê bêcge lewe ke her kese zewq û řewştêkî heye le şi’irda, emaney em çiłepopey berzî edebyatyan girtuwe!.

em şi’rane dû şařêgeyan girtuwe: yekem serguzeştêkî çîrokî be core baskirdin û honînewe û ’îbaret teřîyek, ke hîç şa’rêkî tir ewey le dest nehatuwe. dûhem dirustkirdnî esłî fîkireke řazandinewey be şi’ir û bew wişane ke her yeke le teřîda gewherêkin bo xoyan!.

le hemû zimanêka «edebî aşkiraNava taybet» heye, we her yeke be endazey desełat û zewq koşşî eweyan kirduwe ke lewpeřî aşkirayîyewe bê, bełam biřwa nakem to bitwanî le edebêkî řojełatî êmeda beriztir û teřtir û aşkiratir lem şi’raney edeb bidozîtewe?!.

řengibê hî wa hebêt biłêt: emaney em be kurdî pêy ełên «bê şermî», kesî tir neywîstuwe bem core bebê şermane bête meydanewe!. bełê řaste, êste lem core şitane le kurdîda ełên bê şermî, emeş leber eweye ke zor pabendî wişey «şûreyîn». bełam le zimanêkî tirda pêy nałên bê şermî, çunke ew lebatî eme dênê basî loçî quz, ya qingit bo eka! dey aya ewe bê şermî tire ya eme? ke çî mebeste řasteqînekeş lem core edebane derbiřînî fîkireyekî nazkî şa’raneye be ’îbaretî cwan û řengînî weha ke telî ’atîfe çe be wişekanî û çe be me’nake bênête soz û gudaz, ke emeş eka newek leber «xela’e» ye, bełkû leber «beda’eye» ye. ca eger çuwe diłmanewe ke me’nay edebî aşkira emeye, baweř bewe ekeyn ke ne le kurdî û ne le zimanêkî dirawsêy kurdîda hîç edebêkî aşkiray wa berz newtirawe!.

***

aya ebê c şa’rêkî kurd twanîbêtî be soz û ahengêkî فریشتەیییەûە, pelewer û canewer be nezmî diłkeşî şi’rî bênête sema? we be yasayekî mozîqayî her taqe wişeyek le şi’rekanî bika be diłopî fênkî şewnimî berebeyanî beharan û bîda beser çiłe çiłey gyay demar û mêşkî ademîzadda û le ḧałêkewe bebê perwa bîxate ḧałêkî tirewe?

wekû edeb lem şi’raney xwareweyda em mu’cîzeye nwanduwe û ełê:

be seḧergehî beharan demî kazîbey beyanî
çe meyek le destî yaran, çe hezar zîndeganî
dûhezar mułk û dewłet be fîday demêkî xełwet
be xisûsî cur’eşt bê le kefî nîgarî canî
were, ey gułî witaẍê binwaře seyrî baẍê
bişkêne řewneqî guł, be dû zułfî xeymeranî
were, seyrî bezmî mestan, bigeřê lenaw şebistan
bide saẍîrî lebaleb le şerabî erẍewanî
bide camê mey be pencet, bike cîlweyî be lencet
bibe zînetî temayul, le nehalî ḧeyzeranî
were, ey nîgarî caran, be terîqî řesmî caran
bike def’î derdî serman, le xumarî natewanî
le ’îwez hemû ’îtabit be minî ciger kebabit
bide yek dû maçî şîrîn be kemałî mîhrebanî
eger em nîgare to bî, gułî newbehare to bî
be xuda eger bikem řû, le beheştî cawîdanî
çe behare sûretî to, çe nîgare qewsî ebro!
ke xecałete le neqşî qełemî nîgarî manî
be kemendî zułfî xawit, diłî ême kewte dawit
’eceba ke şehsiwarim be şikarî mey nezanî!
«edebNasnava edebî»a be şertî caran, emnim ke cansuparan
ke nełê řeqîbî nadan be wefa nebû fiłanî!

edeb dênê le řûy şi’ûrêkî taybetî xoyewe basî memk eka û ełê:

dû enarî newřesin her yek be yek gułnarewe
ya dû narincî řesîden bew beharî parewe?
dû şemamey dem teřn, her dû le yek bustanewe
ya ne, cûtê gułbedem sêwin berêkî darewe?
dû pyałey zeřnîşanin ser be dû gijnîjewe
ya dû ḧelqey gewherin bendin be dû bizmarewe?
nar û narinc û şemame, çende xoş dêne nezer
her le yek şax û le yek bax û le yek gułzarewe!
ne henarin, ne şemame, ne behên, ne sêwî kał
cûtê memkî ateşî řengin be ber diłdarewe!

nabê ta êste hîç şa’rêkî kurd tanîbêtî bem core sitayşî memkî kirdibê û xistibêtye qałb û teşbîhî wehawe ke newek pyaw

bełkû xawen memkîş bixate şikewe ke aya memkî ew awaye ke «edeb» basî kirduwe?

eger çawê bem lef û neşrî şi’rî edebeda bigêřî le katêka ke ełê:

be zułf û ebro û mujgan, be xet û perçem û bała
kemend û têẍ û tîr û cewşen wixeftan walayî
be kułim û řûmet û řan û be memk û sîne û gerdin
’eqîq û le’il û yaqût û duřiř û bilûr û mînayî

aya nakewîte ser ew baweře ke biłêyt: em şi’raney em yekêke lew şi’re berzaney zimanî kurdî ke le basî belaẍe û teşbîh û lef û neşirda witrawe?.

edeb her lew dewreda ya leber bêzarî buwe le jyanî nesaẍî xoy, ya leber ewe buwe ke serdemî çak hełsenganduwe û demaryanî hênawete dest, boye ełê:

defterî fezil û huner bawî nema lem ’ehdeda
fazil ew nadaneye emřo dû dînarî heye
ba neka qîmet «edebNasnava edebî» lem ’esreda kałay huner
her çilonê bêt meta’î to xerîdarî heye

bemeda der’ekewê ke maddeperistî mîratî pêşuwe bo îmřo mawetewe!

edeb şi’rêkî heye ełê:

çi debê carê eger kêrî «terzî» mekok
lûleyî «po» lemyan řayełî ciftî bitenê?

ême ke em şi’re exwênînewe xêra ełêyn: êcgar dûre le edeb û nizaketewe, bełam eger be çawêkî bê layengirî temaşay bikeyn, beriztir teşbîhêk ke kirabê lem şi’redaye û kes em fîkirey nekirduwe.

şi’rî edeb heta biłêyt řewan û awdare, em řêçke ẍerame û em wişane bew sadeyîye em witûnî, şa’rekanî tir ewende řêyan pê nebirduwe. legeł emeş ebê ewe bizanîn ke şi’rekanî le hendê şwêna xałî nîn le wişey dest hełbest, wekû: «çuçle, genciwer, xuler, keşmer, neqar, tenar, ferxar, pilenger û xeymeranî» ke emane zortir her şi’rekey pê řêk xistuwe, ba be kełkî ew şwêneş nehatbê!

dîwanî şi’rî berzî em şa’reman le sałî «1936» le řewandiz le çapxaney «zarî kirmancî» bo carî yekem le çap dirawe we le sałî 1939y mîladî le beẍda le çapxaney «mi’arf» bo řay dûhem le layen «bişîr mişîr» ewe le çap dirawe.

carî sêyem le layen gîwî mukiryanîyewe le sałî 1966 le çapxaney hewlêr le hewlêr le çap dirawe.

carî çwarem le layen «seydyan» le mehabad çap kirawetewe bełam sałî çapî leser nîye, wa dyare lepaş çapî sêyem be ofist çape sêyemekeye û kirdûyetî.

duktor me’rûf xeznedarîş hendê lêkołînewey le şi’rekanî edeb kirduwe le sałî 1970 le beẍda le çapxaney îrşad le çapî dawe bełam emeyan hemû dîwane çapkiraweke nîye.