min wekû masî û to beḧrî ’ilûmî bê ḧisaw

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 2 Xulek  593 Dîtin
şakelî le geştêkya bo xizmet şêx le sałî 1973da le paş ewey maweyek lewê emênêtewe, şêx kaẍezêk enûsê le wełamî keẍezêkî şakelî dawe lewêda şî’rêkî farsî dekat be kurdî, şakelîş wa tê egat ke şêx daway kirduwe şî’rekey ew tewaw bikat, çunke şêx le dwayî kaẍezekeyda nûsîbûy mawîye, şakelîş wa ḧałî ebê ke şêx fermûye şî’rekey bo twaw bikat, seretay şî’rekey semaḧetî pîr bem beyte des pê ekat:
dîde az dîdar tu sîrab nixiwahd şid migirFarsî
mahyan az xurdin ab rwan girdind sîrFarsî
herwekû masî le naw awaye têr nabê le aw
xo minîş nezdîkî tom û mamewe tînûy tewaw
le paş ewey şakelî egeřêtewe şakel em ẍezeley xwarewe leserheman kêş û serwa da’enê:
min wekû masî û to beḧrî ’ilûmî bê ḧisaw
her esûřêmo le awa sik řeş û sînem sûtaw
şu’leyî şewqî cemałit sînekey sûtanûm
ba wekû masîş le awa lêwu dem piř bê le aw
sîney sûtawî qumê awî gerûy beḧrî zułał
her wekû masî derûn germ û gerûme piř le aw
nuqmî derya û ke çî her bê nisîb û lezzetim
wek min û masî nebê hîçkes le awa dił kewaw
ẍerqî em deryaye zewqe lezzetî tawî derûn
ey xuda lew ẍerq û berqem qet nekey min beş biřaw
awî feyz û abřûte, abřû bexşî ’imûm
masî asa, mamewe min, ẍerqî mewcî biłqî aw
beḧrî bê samane kenařî ’îlmî xwapêdawî to
çen hezarî wek minî tya kewte toyî tořûdaw
kwa nehengêkî wekû to soziş û sazî bibê
serxoşî miłkî beqa û dił nedate aw û taw
beḧrî ’îlmî toye jînî ’alemêkî me’newî
kes heye têr bê le jînî her wekû masî le aw
şakelî beḧrî me’anî piř le dane û gewhere
ger serit danawe lem derya biçore bêxî aw