çen amojgarîyek

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 1 Xulek  465 Dîtin
lebîrit ger neçê ta katê pîrî
řimûzêkî ejî tenya be mîrî
be kurdî û kurtî û řasî û řewanî
le bîrî ’îlim û ḧîlma bê be bîrî
***
diro û ḧîle û xyanet nařewaye
le řasî lamede mayey sefaye
xuda û ayînî îslamî binase
beřasîş şakelî pişt û penaye
***
ke şakel şewqî nawî nametane
celay pênûs û dest û xametane
bibîsin pend û bîr û boy fîda bin
lîbasê řoj û şew bê cametane