nimûney newey şakele wêney

Li pirtûka:
Dîwanî Şakelî
Berhema:
Şêx Ehmed Şakelî (1905-1980)
 4 Xulek  629 Dîtin
le sałî 1965da ke şêx eḧmed le geştî xaneqîn egeřêtewe bo kifrî, xwalê xoş bû, enwerî cwanemergîşî legełda ebêt, wêneyekî xoy eda be bawkî ke bîbatewe bo şakel bo yadgar, wênekey xoz la cwan ebêt we em çend mesre’aney bo wituwe:
nimûney newey şakele wêney
çakî hełgirin wêne û awêney
řabûrdû řoyî ḧałî bin le ḧał
musteqbeltanîş enwênê wêney
***
wêney awêney le camî cema
wergîra boye xemî tya nema
řasî û sabtî û matî û bêdengî
dersey le ayey «fastiqim kima»Erebî
***
îsmî enwerKes cîsmî şakelî
řesmî yadgar bo newe û gelî
kam gel ew geley kewa muxlîs bê
bo dîn û weten hem bo şakelî
***
şîrîntir le genc katî gencîye
bê xem û bê ẍem lebê řencîye
yaxwa meḧfûz bê dayma lewê
enwer beřasî ẍunçey gencîye
le duwem geştî şêx eḧmeda bo lay semaḧetî pîru le geřanewey, şewê le małî ḧacî îbrahîm emênêtewe le «qełate bizan»Cih lew kateda mistefa beg le «çemî şor»Cih ebê we çend şî’rêk enûsê bo şêx eḧmed tyaya gileyî kirdibû ke boçî lewê lay nedawe maweyek beyekewe be yadî caran řayan bwardaye şîx eḧmedîş bem name şî’rîye tasey xoy der’ebřê we le ser zerfekeş em dû beytey bo enûsê:
her le şakelo heta çemî şor
ḧurmet bê ḧîsab îxlasêkî zor
bîba em name hêzî bałî mel
bo mîrî xasî şîrwane û şakel
nameke:
yaxwa bê dax û bê ax û tem bî
leřûnakya wek camî cem bî
hîç daxt nebê bo nehatnim
řoḧim lelate eger min minim
bełam ke nayem leber pîrîme
nek le bêmeylî û le bê bîrîme
bîrim lelate mîrim bê diro
le dił dernaçê bîr û tasey to
nitwanim êste leber hîlakî
xom hîlak bikem min be çalakî
naştiwanê bigrê řê lemin serma
dême xizmetit her hate serma
xoşî şewanî zimsanî caran
zîndû ekeyno be yadî caran
kam xoşî xoşî le layen xuda
hîç kes netwanê sektey lê bida
kam şewan şewî piř le şewçira
bo gewrew biçûk bê ferq û bira
piřgezo gwêzu piř xełwa û nebat
bo ew şewane şa eybird awat
kam zimsan zimsan piř le felaḧet
beharî eyda mijdey necaḧet
kam caran carê řawî ceyran bû
carê řawî poř carê seyran bû
kam yaran yarî bê dirow gezaf
kam yaran yarî dił û derûn saf
yaranî meclîs mîrî nawdar
şazade şêwe û serdar le kelar
mîrim çen mîsra’ şî’rî şîrînit
tazey kirdewe meylî dêrînit
desim lê mede min zamim zore
bê kes û bê des lem deşte şore
tenha bê diłsoz bê yar bê hawdem
ne hawzimanê ne hawřêy qełem
ne pênûs řêgey nûsîn enasê
ne zwanê řêgey kewê le řasê
çawim piř le aw lêwêkî bebar
wek tînwîş biraw bo dîdarî yar
daym enałim le ḧucrey tara
nałey ḧezînim cûte le qara
çî bikem wek mecnûn bextim bû sara
hawřazim nema le dê û le şara
eẍyarim hawdem yarim lê cya
min le çoł û deşt ew leser çya
min giriftarî sextî zamanim
mîrîş bê xeber çone jyanim
qełem quł eda bo nûsînî beyt
bełam wa çake meydanî nedeyt
ba leme zyatir serit neyeşê
wekû kareba řoḧ řanekêşê
’înwanim êsta le naw gelê mel
taq taq le deştî şîrwane û şakel
eḧmed şakelîNasnava edebî tenha û herasan
řû le asaney karbedes asan